Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mayakovskî

Mayakovskî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ramûsan ji lêvan ya jî ji destan, di xiroşa lerza bedenê de li nêzîkî min divê wek agirê li welatê min rivînên agirekî sor bi gurrîn bidin. Evîna Parîsî qet li min nayê: dêlikekê bigirin, wê bi hevrêşim û temenan bixemilînin; ez ê zû têkevim xewê piştî ku min jê re got- here ciyê xwe!- ba wê şehweta heywanî a hûtan. Hew tu tenê wek min î, di bejina min de yî, de ka were tenişta min, ez dixwazim rû di rû de di derheqa vê êvara girîng de hinekî qise bikim wek gava mirovek ji yeke din re dike. Saet pênc bû roj gihabû êvarê, êdî piştî wê, ew daristana kûr a mırovan kerr bû, ew bajarê ku bi mirovan wilo dewlemend bû mir û çû, êdî hew dengê fik-fika Expresa Barselona a ku bi pêpîka xwe bêrawest e, tenê tê min. Li ezmanê reş xeriqî birûskan girrîna şanoyeke ezmanî li dar xistin e- tiştê ku dike bibe ne ku wê birq bikeve. Ev hemû dil xerabî ye dike ku çiyayekî bibe ciyekî din. Ez ji cewherê peyvên pûç bawer nakim, ji destên min ên lerzok netirs- wan adetên ku min ji bapîren esîlzade girtine, ez sozê didim ku ez ê lixavên wan ragirim û ez ê wan kedî bikim. Ew sorikên ji ber kul û xeman, wê wek qejmûşkan biweşin wê hew dilgeşî tenê nemir be û demeke dirêj bibin sedema ku ez di helbestan de qala evîna me bikim. Dilxerabî, Jin, girî, û cirnexweşiyên wilo xelas!- çav dinepişin dibin wek ên efsûnkerê di pirtûkên Gogol de. Ne ji bo xwe tenê ez dilxerab im, çavnebar im, ev li ser navê Rûsya Sovyetî tevî ye. Min dît ku êşa zirav mirovên belengaz û zendik bipîne qirr kirin. Lê heger bi sed milyonan mirov di xizaniyê de dijîn tawanbarî ne a me ye. Em dikin ku alîkariyê bikin bi qasî em dikarin- lê piştin xûz hene ku bi werzişê rast nabin- li welatê min îro hewcedarî bi ên wek te heye, li wir ew babet mirovên me ên wek te çîm dirêj ne pirr in. Tu a ku di nav bagera berfê û tîfo re bi wan çîmên wilo dirêj gellek caran çûye û hatiye, pêwîst e tu nehêlî ew li bar û qulûbên şevan bi destên mîrên petrolê bên fırkandin. Vêna ji hişê xwe bavêj. çavên te bi rivînên êgir in, û gava tu dikenî kevanên bi rûyan wek xetan rast dibin. Were vê derê, lepên min ên mezin dirêjî te bûne. Tu naxwazî? Baş e, çile jî li vî bajarî derbasbike- Lê bila ev riswabûn ji hesabê min û te herduyan be. çawa be ez ê rojekê bêm û te bibim, tenê, ya jî Parîsê bi te re. 1928 ji Swêdî: Süleyman Demir

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mayakovskî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz