Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mayakovskî

Mayakovskî

2 görüntülenme 0 beğeni
Nû şev dîsa bûbû roj, ez her rojê dibînim ku kerem dikin: Hinek diçin komîtê. Hinek diçin komîsyonê. Hinek diçin sendîqê. Hinek diçin rêxistina partiyê. Xelk wilo di nav maqaman de diçin ciyên xwe. Kaxet wek tavên baranê bi ser wan de dibarin. o avanî, nû ji tazîkirinê bi ser xwe hatiye. o ji nav wan, dor nîv sed kesên -ku girîng in ji artêşê, îcarê ji hev vediqetin û diçin civînên xwe. Ez dikim qîrîn: -Ma tu kesê ku min qebûl bike tune? Ez dixwazim rojekê ji vir xelas bibim. -Heval îvan îvanovîç hîna li TEO û GUKON di civînê de ye. Ez xwe di sed derencan re berdidim. Dinya tirsê dide min. -Heger tu bixwazî, saeteke din were. Aniha di civînê de ne ji bo kirrîna şûşakî hibrê ji hevkariya trösta herêmê re. û piştî saeteke din îcarê li tu deverên xwedê sekretera ku bersivê bide tune. Ji ber ku hemû kesên di binya bîstan re di civîna Komsomol de ne. Ez bi şev dîsa diçim û dinerim. Li jora avaniya heftqat, lem pe pêketî ne. -Ma gelo heval îvan îvanovîç hîna kerem nekiriye? -Di komîsyonên A-B-C-D-E-F-G-H de ye. Ez ji ber van civînan dîn dibim, dikim wek lavînan biteqim. Ez vedikişim û piştî çêran rehet dibim. Li hundur, du nîv ji mirovan rûdinin. Yek jê bavê xerabên reş e! Lê ma îcarê ka nîvê din? Gelo ma serê wî jê kirine? Ya jî ma gelo ew kuştine? Ez li vir û wir dikevim, dikim qîrîn, çêran dikim hîna. Piştî tiştên bûyî ez dîn û har dibim. Ji nû ve sekreter bi dengê aramtirîn ji dengên li dinyê -Ew aniha di du civînan de ne. Di rojekê tenê de bîst civîn kirine. Divê em pê re bigihin. Civîn di dorê de ne. Me xatirxwestin û oxirdan bê dilî ~we kir. Ha ji vir, ji navikê berjêr ve tiştê min ê ku ma li wir. Ez ji ber xeman ranazim. Sibê zû sibeh wek kabûsekê dîsa tê ber çavên min. Ax, heger civîneke ku bikarîba ji bo rakirana hemû civînan çêbiba. ji Swêdî: Süleyman Demir

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mayakovskî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz