Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mayakovskî

Mayakovskî

2 görüntülenme 0 beğeni
`Ji bedêla namê ve` Dûmana tûtinê hewa xwar. Oda minçû wenda bû wek beşekî "doja" Krûçyonîş. Ma tê bîra te? Li vir, li pişt pacê bû cara yekem min destê te bi evîndarî fırkandibûn. Bi dilekî pola, tu îro dîsa li wir î. Sibe jî tu dê min bi qewirînîû bi ser min hilhî. Li wê hêwana erjeng ji lena destên min re êdî tiştekî din dihat gotinnema rêya zendikan didîtin. Ez dixwazim bazdim derve xwe ji qamê de di kuçê werkim. Wek heywanekî bêaqil ji kamaxî xwe bikim piç û parî. Hêvî tê de nemaye delala min, xweşika min, ka em aniha xatir ji hevdû bixwazin. çawa be, evîna min ji bo te bargiraniyek etu çawa jî bikî wilo ye. Ka bihêl ez cara dawîn ji ber xem û êş û şerpezetiyê têra xwe bi ser te hilbim. Dema ga ji karan bêhal dikeve li quncikeke bêdeng, di nav ava sar de radikeve. Bêyî evîna te tu derya tune ne ji bo min. Di nav hêstiran de tika hinek dilovanî li ba dilê te yê pola bê feyde ye. Fîlê be tilî, heger aramiyê bixwaze, di nav qûma germ de, wek paşan kêfê dike. Bêyî evîna te tu ro û qûma germ tune ne ji bo min, û ez nema zanim bê tu bi kê re yî û li ku derê ye jî. Heger ev qase tadahî li helbestvanekî din bûbûna bi delala xwe re wê qumar bilîsta ji bo ku serdest bûbûya bi rûmetê û peran. Lê tu xweşî û serketin bihîstina tu dengên din wek dema navê te tê gotin xweşî û hedanê nade min. Lê ez ê tu jehrê venexwum, pacê venekim, xwe tê wernekim. Devê tu demançên sar nedim cênîka xwe. Tûjbûna tu xenceran tirsê nade minhew awirên te- Tu dê ji bîra bikî sibe bê min çawa tac li te kir, û canê min ê ku gul didan bi evîna te şewitî. Wê bayê geşiya karnevala pozbilindiyê rûpelên pirtûkên min hemûyan tev bidin. Ma gelo wê ew pelên biçûk û bixîret ku di peyvên min de zuwa vedibin te hinekî rawestînin? Bihêl qet nebe bila ew gavên ku te ji min bi dûr dixin xwe li ser dilovaniya min a ku ji evîna te zuwa bûye raxin. Petrograd 1916 ji Swêdî: Süleyman Demir

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mayakovskî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz