Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mayakovskî

Mayakovskî

2 görüntülenme 0 beğeni
Hevalên hêja ên çaxên wê bên! Gava hûn li nav gûyê hişk ê ji dema me bigerin û li ser tarîbûna dema me lêkolînan bikin, belkî hûn ê pirsa min jî bikin. û belkî, wê pîrekî lîteratûrê di pişt dîwarên zanistiyê de veketî, ji tava pirsên we re, bibêje: erê welleh helbestvanek hebû gava klam digotin, wek agirê sor bû, loma jî navê wî neyarê ava sar ê yekem bû. Gelo profesor dikare ji kerema xwe re duçerxa berçavka xwe derxe! Lew di derheqa xwe û wê demê de ez dikarim bersivan bidim. Ez karkerekî pakirinê bûm endamekî Partiyê yê dilêr bûm û dema palûta şoreşê rabû ez jî mobîlîze bûm, ez ji gulîstana xaltî helbestas ku moda dawîn bû di nigê nigdande çûm eniya şerî. Ew gulîstan, ... hûn dizanin: Ew derxên dilovan hemû: Dil, êş û kul, çavên şiL, westan û rastî, rûmet û evîndarî ... Ax, gulîstana min çi renga-reng bû! îro yek rabûye, çi tê ber devê wî wek ku avê ji misîn birijîne dike klam û dibêje, yekî din devê xwe ji gotinan dagirtiye, û helbestan dipijiqîne- Mîtreşkîn e yek ji wan, li ser eniyê tem berî xelek e, û Kudreçko jî xeta rastikê di navê re yeşeytan dizane navê hemûyan çi ye! Gelo ji bo belengaziyê karantî na tuneye? Na- di dîwêr re deng tê ku mandolîntiyê dikin: "Tara-tî, tara-tam, tara-tî, tara-tey ..." Piçek rûmet e dema di nav ên wilo de helbestên min wek abîdan li meydanê, li wê devera ku mirov di nav qahbikan, qewadiyê û frengiyê de, êşa zirav dikuxin, bejin didin. Helbest wek êgir bû di devê min de bû bawer bin min jî karîbû romansan bi ser hevdû vekim û wê spehîbûna ku serketineke navdar û di bêrîkan de rublên pirr didin mirov biçînim. Lê min sozeke din da, û min bi xwe pêl stûyê klama xwe kir. Hevalên pêşerojê guhdarî bikin- vaye ê ajîtator qise dike, ê ku sûlava tava lewlewa lîrîkê girtiye, mîkrofona serek bi xwe ye. Ez di ser albûma helbestvaniyê re bi gavên mezin dikevim hunduran. Ez wilo qise dikim, wek ku yekî jîndar ji yekî din ê tije jiyan re qise dike. Di demeke komunîzmê a dûr de, ez ê bêm ba we lê ne wek helbestvanekî suwar û çekdar, yekpare Yesenînbûyî. Wê helbestên min di nav heyamên asê re û di ser serê helbestvanan û hukûmetan re bigihin we. Wê helbestên min bigihin we, lê ne bi lew-lewa helbestvaniyêne wek tîreke sist ji nermiya têlên lurayê, û ne wek pênc kopekên kevn ji bo yekî entîkevan ya jî wek ruhniya ji stêrkên vemirî. Wê helbestên min bi xîret di nav heyam an re xwe bigihînin pêş, wê giran hişk û girîng bin, wek coyeke avê di dema mede ku hîna koleyên Romayî bi xwe ava kiribin. Di goristana lodên pirtûkan de li wê dera ku helbest veşartîne hûnê li çend rêzên ku hîna jî wek pola diçirisînin rast bênbi hemd û hêdîka rahijin wan; erê, rast e, kevn in lê hîna gefok in. Peyvên min fêrî xweşkir inê û şelafıyê nebûne, û ez di guhên tu keçikên porxelek de tiştên nîv bê rê nakim pist-pist. Min bendên xwe wek leşkerên di merasimê de kirine rêzê û ez di ber wan re derbas dibim wan tef tîş dikim. Helbestên min rêz bi dû rêzê de bi giraniya risês rawestiyane, ji mirinê re amade ne, ya jî, ji rûmeta serketinê re. Helbest stewiyane û mane, navên helbestên min hemû di çaviyan de li tenişta hevdû bi qîrîn nav di xwe didin û nîşanê digirin. Ew in çekên min ên xoşewîst, amade ne heger ez bibêjim ew ê êrîş bikin; hevdengî û aheng wek rimên tûjkirî bilind in, suwariyên mifreza çelengbûna min baldar rawestiyane. û ez wan yekînan, ku min ji serî heta binî bi çek kirin, ev bîst sal in her serketî bi pêş ve çûne, gelî proleterên cîhanê îcarê ez hemûyan, heta bi rûpelê dawî bi dilekî germ û şa, diyarî we dikim. Ewên ku neyarên çîna karkir in ji sedsalan ve neyêrên min in jî. Em di bin alên sor de ji destê rojên birçîbûnê û ketina dûrî aqilan bi komê mezin dimeşiyan. Cildên Marx yek bi yek me vekirin û vekirin, wek dema mirov li malê pacên xwe vedike, bêyî ku em bixwînin me bi esehî zanîbû bê em li kîjan rûpelî mabûn û bê kî hevalbendên me bûn. Ne Hegel bû ê ku em fêrî diyalekrîkê kiribûn, bi gûrîn ketibû nav helbestên me wî çaxê ku serdest jı ber tava fîşekên me direviyan, wek ku demekê em ji ber wan direviyan. Bila rûmet wek jinbiyeke bêhedan serberdayî be di şîna meşên cenazan de bi dû mêrên navdarde bewê helbestên min di serê êrîşê de bimirin, wek ku hemû neferên bênav li ber kozikên dijmin dikevin! Gû têkeve mefreqê giranbuha û mermerisma çaplûs! Em ê rûmetê li hevdû par vebikin- ji xwe em yek celeb in- û abîda me ya hevbeş bêguman wê bibe ew tekoşîna serketî sosyalîzm. Gelî ên pêşerojê mirovên rehet, aram û zînde şewkên xwe bavêjin ferhengê: ji çemê Lethes peyvên ku hîna mane: "ambargo", "fuhûş", û "tbe" wek masiyan bigirin. Bawer bin ji bo we bû min rebenê helbestvan, bi zimanê banderolan pelxemên tbc a1astin. Ez bi teniya xwe ya ji salan bûme wek fosîleke teniyan, a cenawirekî ji heyaman. Hevala jiyan, bihêl em hinekî bi rê bikevin tiştê ku ji pîlanê pênc salan maye em bi gavên mezin tê re derbasbin. Bawer bin, piştî van helbestan hemûyan ez wek sipiyekê rût û xizan im û xweşiya li ser mobîlyayên bedew li maleke wilo raxistî ez hîna jî nizanim. Lê bêyî, ez bi rastî bibêjim îşlikekî ku nû hatiye şuştîn ez ne hewcedarê tu tiştan im. Di pêşeroja ruhnîtir û geştir de, bê guman ez ê derkevim pêşberî Komîta rêvebir, û ez ê di ser serê komên sextekarên helbestan re her sed cildên xwe ên Nivîsên Civandî ku bi partiyê re dilsozin, wek qerteke partiya Bolşevîk bilind bikim. çileyê 1929-193 ji Swêdî: Süleyman Demir

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mayakovskî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz