Ji nû ve lalûte û fafikziman im
Di xeberê de îskeîsk
Şewat e li ser nefesa kîteyan
Herku hildibe pêtên erguwanî
Ji nezerfermaş û kabûsan
Ji meymenet û melametiyê
Hildiçinim awirên germa hundirê xwe
Çi bibe roj dîsa hiltê
Çidibe bila bibe pitik
Di neqeba sînga dayika xwe de dibişire
Vehewîna adara zivistanan,
Be her hal
Xwe bera deryaya nîsanan dide
Bo çi vê gemara har berdidin dunyaya dilê me
Bo çi asoyên asûde hildiperînin Agirsiruştan vemirînin
Bi hesensuruştan.
Genî mekin vê daristana fêkîawêr Û asûdewetenan nola xwe bedmekan nekin
Mîna xaneke xwedan taziye bi şîn be jî,
Di hundirê xwe da
Devkeniya bûkekê vehewîn
Lewra
Av diherike û lalistan wê zû biquluqe
Ber bi aramiya biharan va
Îro li nav reşiya rêşaşiyan
Xiyalên kehrîbari dibilbiqin
Di kepiya kezeba min da
Min xwest bikenim
Û behsa kenîna sûdperwer bikim
Li nav hinde rewşên kambax
*Kovara Nûbiharê, h: 149, r: 21
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön