Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Koçer Bêrtî

Koçer Bêrtî

2 görüntülenme 0 beğeni
Di navbera xwe û Heftbirayan de Ez havî bûm Peyv xitimîn Bê wate man li hawirdor Dest ling û hemî hinavên min Tenê du heb man çavên min di çavên wê de Dilê min di dilê wê de Li hember min mîna çiyayekî Kurdistanê Min xwest li ser pal bidim Rabim Bidim ber qomikan Li ser têr bigîrim Hembêz bikim wî çiyayî Wê wextê matma rabirdû Evînê xwe bi rûyekî çavgeş da hember min Bilûrvanan dest bi delalan kirin Her yekî bi meqamekî Dil rabûn çepikan Bareş dûr ket ji Qestelê Rûyên nenas bi destên min girtin Pirtûkên ku hatibûn şewitandin xwe dan min Wê wextê ji govendekê dîmenek şewitî Tevlihev bûn di şikeftekê de Ez bûm gêzikên koçerên îmadkar Ez bûm keskên sor Bûm daristana har û qerimî roniya çavên min Wê ez li wê veşartim Min ew li wê vexwend goristana xwe Me li wê tasek ava kelî avêt ser dahatûya xwe

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Koçer Bêrtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz