Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Koçer Bêrtî

Koçer Bêrtî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ku tu bi min bû Bira şewqa te bibe tiraf Wê biqerisim bilerizim Lêvên te wê çavên min germ bikin Wê xwêhdanên min te ramûsin Parî parî li balgeha beyar Vetewşînî rewaniya gotinê Hayê delal Hayê delal Rewşa xwe biherikînî di qawê qelaş de Bikevî hundirê min Deriyê bêhnên pûngan vebikî Beyanî bibihîzî berfê Ku lihevketin şaneşîn şevînan min vemirînî Li wê min bidî gotin Hayê delal Hayê delal Em gepên hev dax bikin Biqewirînin seqema çêjê Lotikan bavêjin bilbilan Ji serî heta binî dilrevîn Bi fîtika hev bigrin Li taxa xewleyên sorincan Bibêjin lihevhatina gulan Hayê delal Hayê delal Em bifikirin wetrêtî çeprast Di wechên hev de rewneqdariyê birêsin Xwîna xwe bavêjin patosê ‘Delal bi delal’ tetirxanî Serdilê hev bikolin Ku rojekê biyan bûn şev Baweşînin li taxan ala sor Hayê delal Hayê delal

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Koçer Bêrtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz