Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Koçer Bêrtî

Koçer Bêrtî

2 görüntülenme 0 beğeni
Di bin bijangên te de hêstrên min dibişirin Dişelim nav bayê gerdûnê Tipûtazî bayê sar germ dikim Hawara gewherên te Rûbaran dike derya Di kevîşena hesretên avgon de Av dide berbaskên hecîreşkan şevreşkên ji hev qetiyayî Bi destên hev digrin Tev min ji nû ve li xwe mikur tên Ez û tu Li cem keybanûyên qûndeyan tên hev Di bin bijangên te de çavên min diçûrisin Li pey dilberî û dilanên te Ez hêdî kûçikan jî hez dikim Payîz, bihar Hevûdin xêz dikin Li pey min dileqin Ez dibim nijadperestê te Te li xwe pîroz dikim Di bin bijangên te de çend stran ji wextên dilşad dikevin pêşbaziyê Ez şîrê te didoşim jînê Tin dide evîn Li ber bayê te dikevim Dibişirim Hûr hûr ber bi te têm

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Koçer Bêrtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz