Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Koçer Bêrtî

Koçer Bêrtî

21 views 0 likes
Ez dixwezim evînê binivîsim Bi hemû xemla xwe Bi hemû xemla wî Min peyivek xwest ji Xwedê Got tu jî dîl î Ne rast bû Ew jî ketibû Em di evînê de wek hev bûn Dîrok li gor xwestina wî nehatibû neqşandin Dengê dilê min guhdarî kiribû Ew jî xemgîn bû Li min binêre jiyan Liva min li ser te ye Tu ne hêjayî asta min î Min bi hezaran sal di xwe de meşandiye Min dilê Apê Mûsa bingeh dîtiye Min wêrekiya xwe di çavên wê de bi dilê wê zeliqandiye Lê ew? Porê wê karîxezal Devê wê bilûra şivanê min çavên wê? çavên wê jî nêçîra nixumandina mêjiyê min Mêjiyekî wêrek û nezan Jixwe ji wir derket talan Asê li min dinêrî Ji ber bedewitiyên kelî û qeşa ez diavêtim ber derî Di suxtetiya şevên bilbilî de min nîşan radixistan ser bejn û bala wê Ez nêr! Ew mê! Dîwanxaneyan de em dihejandin dengbêjen welate min Serbixwetiya min tenê di nav memikên wê de zîl dida û dîsa tenê di gewriya wê de xwe ditewand Matmayina min xwe dizivirî hestên peşmûrde Li çiya kûçik ewitîn Li zozanan berf heliyan Li deşta keskesor zewicîn Li gundan kûçe civîyan Li bajaran dil wêran kirin Li paytextan bi welatê min lîstin Li gerdûnê ez pûç ketim Porê wê yî reş de ez dîl ketim Wê bûyîna xwe di bengîniya min de ajot Min tenêtiya xwe di kevirên binlingî de şikest Ez bûm evîndar di pelên dara evînê de bûm jîndar Dîsa Berbang qurmiçî ne Dîsa mar keda sipûsor e Hêvî mirin e Ez te hez dikim qawreşa min Mar im bûme helbestvan

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Koçer Bêrtî
🛒 0

Your Cart