Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kerîm Kurmanc

Kerîm Kurmanc

2 görüntülenme 0 beğeni
Hema ji destpêkê Hilkişyana ser bana malê Bo min destpêka kêşeyên jiyanê bû Li her qunaxekî sînordare e vê jiyanê Li zaroktiyê Dapîra min got: Serê bana mal qedexe ye Ku tav heyrana çavên zarokek dibe Her tiştekî cîhanê têkel dike Û Heyîv ciyê tavê digre Roj dibin şev Şev dibin roj Û Rojreşî bo me ye Ku min ji ser bana malê Berê xwe dida çavên keçika cînarê Belkî xeyala xwe yên qedexe Bikim Înşaya medresê Diya min digot: Serê bana mal qedexe ye Ku xeyal firrîn Sîmir te diben welatê Dêv û Periyan Û Hemû şêtên welatê me Hema jivra destpê kirin Ku min ji ser bana malê kevokên xwe dişandin esmîn Bavê min digot: Serê bana malê qedexe ye Ku her kevokek diçe û nazivire Firokeyek sernixûn dibe û Guneha vê xeyanetê li hemû kevokbazan parve dibe Ku diroşmên şevên şorişê min ji ser bana malê dida Polîsên bajêr Ez digirtim û bi serhildanê tawanbar dikirim Ku bona çêkirina sêla Setlayîtê derdiketim ser bana malê Rastî şikayeta serokên ajansên nûçan û telivîzyonan dihatim ku Digotin eva Hekirekî medyayiye Ku li êvarekî bê rojhejmêr Li ser bana malê Bo şehîdên bê coqrafiyaye welatê xwe digiryam Melayê mizgeftê Ji xwedê gazinde dikir ku Dengê vî kurikî Parazîtê diavêje navbera peywendiyên me û te Loma Çend sal in Ez bûme mêrê malan Û Bona mirina xwe Serhatiya xwe digêrim

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kerîm Kurmanc şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz