Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kerîm Kurmanc

Kerîm Kurmanc

2 görüntülenme 0 beğeni
Evîna min her wek ya we ye Bi birûskekî nişkêvayî dikeve nav demsalan Dibuşkuve û gul dide . Dirust li dem û gavên ku ez Qirare fêrî Erûz û qafiyeyên helbestvaniyê bim navê min têxe nav rûpela edebî ya govaran û têxe ser zarê pêşkêşkarên fistîvalên çandî Erê evîna min jî her wek evîna we ye Serdem û bi serdem Bajêr bi bajêr Kolan bi kolan Wek du destgîranên temenbiçûk Em bi hevra Digerin û diyalog û monologên evîndarî bona îspata hejîkirinê dubare dikin Evîna min jî her wek ya we ye Bi min ra piyase dike li parkên evîndaran Bi min ra tê sînemaya bajêr bona dîtina fîlmekî postmodêr in û Pê diyaloga nivîskarekî çep Min ji tenahiya rû wekî diflitîne . paşê Êvar bi êvar Li rojhilata zanîngeha hunerên ciwan Hêviyên xwe em dihejmirin Bona ku zanetiya hevdu biceribînin Wekî ku ``Tomas Ostêrmayêr`` Sikansekî nû ji Hemlitekê afirand. Hêdî hêdî Evîna me ne wek hev dibe Li ``Kutahî Şîva`` zozanekî havînî Ji porên xwe Werisekê divehûnin Seriyê wêris di destê xwedê Û Diyar û nediyarên dilê xwe li nameyek dişînin jor Wê çaxê ku ewr bi hurmeta ``Şev hemêza`` me Dibe xîvet û Pêşeroj jî bo me çeple lêdide Erê Evîna me Ji viya şûnda cuda ji hevdu ye Ji ber ku hîn hûn û evîna xwe Yan digerin û dilgerm in li nav pirtûkxaneyên bajêr Yan li nav baxistanên hinaran Yan jî mêvanê kunsêrtekî balkêş in Û Yan, ... Lê evîna min Yan li Helebçê dişewite bi gaza Xerdelê Û Pê ``Xweîn nivîsa xwe`` Bane mirinê dike. Yan Laçika sor li sêre Dibe qurbaniyê baca şahekî bê şeref û Ji Qûçanê difroşin weliyekî Soviyeta berê Pê tliyên xinekirî ku pîşiya dilşewitînê bigre Yan dibe pêşmerge û girîla Û Pê rengê sorgulên çiyan lêvên xwe dixemilîne Û Xwe bo hicleya mirinê pêşkêş dike Yan dibe Mêrxan Û Li Kobanê li guvenda DAIŞiyan xwe diteqîne yan li meşekî heqxwaziya ewrûpa destê wê bi kelemçeyekî sor têne girêdan Yan li zîndana Enqerê Ji ber işkenceya iliktirîkê dil diteqe û jê dimîne çilkek xwîn Yan li zîndana ..... .... .... Yan dibe Leyla Qasim Yan dibe Leyla Zana Yan dibe penahxwaz û li bajarekî we helbesvanan Ferayên ``Şevbihurkên aşiqane`` li Restûranekê dişû Yan li ber mozexaneyekê Pêlavên roşenbîran bi rengê sor siboq dike Yan li Şengalê dibe parêzvana Melekê Tavûs Yan li kempekî Mexmûrê Dersa qanûnên zerdeşt dide Li halê ku ez dimnim û rengê paqije sor Û Çend helbestên nîve evîndarî û nîve dîrokî Bi bêhna xweliya ``baranlêketiya helbestvaniyê`` Îdî qiyas dikim Evîna xwe û we di nav helbestên Dilyos û Şêrko Dizanim evîna me ne wekhev e Evîna we bi belge ye Û Ya min wenda û xeyalî ye Wekî dîroka min Û Ez nabînim Wek ku Mecnûnê Leyla Nedît Wek ku Ferhadê Şîrîn nedît Wek ku Memê Zîn nedît Wek ku Siyamendê xec nedît û Wek ku Remioya we Jolît nedît Erê ez û we evîndar in Lê Evîna me paşê ne wekhev e *Çavkanî: www.lyrikline.org *Kerîm Kurmanc: Şairekî Xorasanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kerîm Kurmanc şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz