Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kerîm Kurmanc

Kerîm Kurmanc

2 görüntülenme 0 beğeni
Em Nivşên bîreweriyên kevn in Salvegera mezinên xwe yên berê digrin Û Direvin ji tioriyên zanistî yên nû Li ser nameyên xwe pûlên kevin dizeliqînin Û Albomên pûlên me yên kevn li sokên roşenbîriyê pir bohane Li ser kartpostalên kevnar Helbestên şairên nû dinivîsin Ji seredana xwe ya ji şûnewarên dîrokî Dakyomintan çê dikin Lê bo mêimariya nû ya kolanên bajarên xwe Hetta destekê jî nalivînin Hejî kilasîkên kevn dikin Û Navê helbestvanên nû yên xwe nizanin Li torên xwe yên civakî Gotinên feylsûf û zanayên kevn Wek nasnama aydiolojiya xwe dinivîsin û Her roj bawerekî feylsûfên me yên îro li dadgeha bajêr Mehkûm dikin û Em bi xwe jî dibin şahidê vê mehkûmiyetê Erê Em nivşa pîrozkirina bîreweriyên kevnin Hejî zêdexwaziya hakimên berê yên cîhanê dikin Û Li rojnameyên xwe dibin rexnekerên siyaseta serokkomar û serokwezîrên xwe Posterên reş û sipî ji festîvalên berê Li ser dîwarên oda kitêbxaneyên mene Lê festîvalên îro bê temaşevan kuta dibin Peyrevên dînên kevn in û Xwedê dizane çiqas roşenbîrên nûjen roja îro wek kafir têne naskirin Erê Em nivşa pîrozkirina bîreweriyên kevn in Li nav kitêbxaneyên me Berhemên zav Ji dîroka qurnên navîn li Ewrûpa Serhatiya meşûqeyên paşahên Usmanî Serketinên Kûroş Sefera Kirîstofkolomb Rojhejmêra dîroka ``Pirkambiryen`` Dikevin ber çavan Erê şevên me qerebalix in bi romanxwendinê Û Rojên me bi tenêtiyê derbas dibin Me bo mirinê gelek xezel û helbest vehandine û Welidîn ji bîra me çûye Em neviyên qabîlin û Dilê me bo mezlûmiyeta Habîl girtiye Li ser erdê xwîna hevdu dirijin û Li esmanekî din nav-nîşana hevaltiya xeyalî dipirsin Li kolanên bajêr Mirovahî pêkol dibe û Li Dêyîr, Somie, Kelîsa Û Mizgeftan Mîsîtêyîşinê dikin Erê Em nivşa pîrozkirina bîreweriyên kevn in Hevalino Kanê werin Em ji îro pêve Bibin helbestvanên sibe Rastî Halê we çawane Îro ku bihurî Ji sibe çi deng û bas Eyî helbestvanên bê sînor *Çavkanî: www.lyrikline.org

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kerîm Kurmanc şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz