Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kerîm Kurmanc

Kerîm Kurmanc

2 görüntülenme 0 beğeni
"Pêşkêş bona şilêr helbestvana îranî ku me ji tirsan helbestvaniya xwe ji hinekan veşar" Ez û te Ji zikê dîrokekî nezewicî ketine Ta ku Bibin şahidê paqijiya Îsa li qiyametê Şahidê sînorên peyv têda veşartî li ser topa erdê Dilên me Hatiye vegerandin dinav Peyvnamên rojhilata navîn Peyvekî wate nekemilî Wate aloz Her zimanek wateyek daniye bo dilên me Loma em welatiyê tu navçeyek ji rojhilata navîn nînin Hîn jî Rêwiyên demsalên ne diyar in Ber bi perestgehên nenas Li muqedesatên bo me hatiye nivîsîn Ramûsan heram Nêhrîn guneh Hevaltî siza Kenîn pîlan Evîna bi hevdu jî kevrbarankirine Na Na canê Her çend Me bi hev ra vehandin Peyvên aşiqane yên marebûyî li sînorên du dilan Lê Wisa diyar e Tu welat Nasnamê nade van helbestên herrikî ji birûska du dilan Pes were Were Em bi hev ra Dest bavêjin pîsîra wesiyetên Leyla û Mecnûn Şîrîn û Ferhad … … … Bila ji ber baranekî avis Gunehên me Paqij bibin Belkî Tu mela Tu Qeşe Tu memûr Tu zêrevan Tu temaşevan Û Tu Dîroknivîs Îmzaya xwe Li bin hukmekî ji berê nivîsî neêxe Û Bila Tu heval Tu dijmin Tu rêwî Tu bira Tu xwşk Û … Û … Me bi hev ra nebîne ku Hejî hevdu kirin li ser vê topa erdê guneh e canê *Çavkanî: www.lyrikline.org

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kerîm Kurmanc şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz