Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran

2 görüntülenme 0 beğeni
Îro ji destê dilberê Pur bûn li min fikr û xiyal Bedĥal kirim dêm-enwerê Weqta ku min dî ew ġezal Weqta ku min dî ew leṭîf Qamet ji reyĥana xefîf Min dî di falê da elîf Têtin ji min ṣed nalenal Têtin ji min ṣed ah û zar J’ bo qameta şibhê çinar Min bê wê qeṭ nîne qerar Daʾim ji bejna wê qerar Bejna leṭîfa enwer e Qamet bi miŝlê ʿerʿer e Mişkatê nûra ekber e Jê tê bixûra ẕu’l-Celal Jê tê bixûra weĥdetê Selwa-bilinda qametê Ṣadir ji ṣenʿa qudretê Ĥeyf kû beʿîd bûn çavġezal Ev çavġezala çavxumar Reşmar ji burcan hate xwar Kafir kirim ez bê şimar Dêm-xawerê ebrû-hilal Ebrû-hilala çavbelek Nîne bi şubhê wê melek Lê dîn dibûn ʿaşiq gelek Xala ĥebîba pur-ĥemal Xala cemala dêm-binûr ʿEqlim kirî sewda ji dûr Naʾê ji destê min ĥiżûr ʿEceb-leṭîf e ew delal ʿEceb-leṭîf e cindi ye B’ ezman-nizafet Kurdî ye Ageh ji ʿuşşaqan niye Mest im ji xemra la-yezal Mest im ji xemra mahitab Ciwan-leṭîfa nûşebab Pur kir li min cewr û ʿitab Reşmar li bircan bûne dal Reşmar li bircan êwirîn Nilbil di baġan ġilġilîn Kafir li ĥalê min girîn Qelbim kirî ṣed nalenal Qelbim kirî ṣed ah û wah Min qeṭ nedî zewq û ṣefa Zêde li min cewr û cefa Perwane yim ez bê mecal *Çavkanî: M. Zana Karak, "Helbesteke Nûpeyda ya Feqîyê Teyran" Nûbihar Akademî, Cild 4, Jimar 15, Sal 8, 2021, rr: 114-115

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feqiyê Teyran şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz