Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran

2 görüntülenme 0 beğeni
Guh bid’ne pîrê deftera Da ez bixwînim vê xetê Mazin bibi Baxo me ra Li cindiyê di xizmetê Xizmeta sultan û mîran Sin’eta dana û zîran Hûm mekin bê şêx û pîran Guh bidin vê şîretê. Ev Pende xass e şîret e şertê xulaman xizmet e Baxo nebînin zehmet e Heqê însaf û mirwetê. Mirwet ji mîr û hakiman Xizmet li qûl û xadiman Bê şêx û pîr û ‘aliman. Zayi’ mekin hûn ta’etê. Herçî kesê aqîl hebî Xizmet mekin bê mertebî Da ta’eta Bersîs nebî Hatin e ser hîkayetê Hatim qisa Bersîs bibêm şeytaniya îblîs bibêm Li ‘abidê hebîs bibêm îzhar bikim vê şuhretê îzhar bikim behsê-di ‘am Bersîs ricalek bû di şam Ta’et dikir daîm mudam Zer bû ji xewf û heybetê Zer bû ji we’zê serweran Dûr bû ji behs û xeberan Keftbû mexar û kûnberan çû bû meqamê Wehdetê çû bû meqamê ewliya J’tirsa Xwûda keft’ bû çiya D’çêrî dinêv pezkoviya Nêzîkî halê hîkmetê Keşf bû li wî cezbek ji hal Ew ‘abidê mesken cibal Ji tirsa Xwedê qed bûbû “dal” Di lerzî j’taya xeşyetê. Ji xeşyetê bû Ewliya Ew ‘abidê mesken çiya Xwarin çi bû? Av û giya Dûr bû ji zadê şubhetê. Dûr bû ji wî zad û te’am Xizmet dikir daim mudam Navê wî çûbû şerq û şam Kamil ji qedr û qîmetê Ew sal bi sal kamil di bû Ta’et dikir fazil di bû Meqbûlê ehlê dil di bû Rohn kir çiraya rûmetê. Rûmet çiraya hil kirî şêx ku sirrê wasil kirî Tirsa Xwedê dil kul kirî Qet şev û rojan xew ne tê. Qet xew nebû j’tirsa Xuda Ma kes ve bîr tê bab û da Kî mêr e? Mêrê can fîda Ê xwarî sebra xiretê. Lê sebra tal e xiret e Tiryak biladan mîhnet e Axir dewa û şerbet e Yê xwar dizanit lezetê Bersîs qewî xiret hebû Hem qedr û hem qîmet hebû Nav ‘amiyan hurmet hebû Ji xwendin û tilawetê. Wî şev û ro Qu’an dixwend Zikr û ‘ibadet kir’ bû çend Meczûb û din û dar û bend Ew çê di bûn ji berketê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feqiyê Teyran şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz