Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran

2 görüntülenme 0 beğeni
Ellah çi zatek ehsen e Zêde letîf û qadirî Mexluq hemî neqşê te ne Vêk ra li hemyan fekirî Hemd û sena layiq te ne Yê ‘erşê ‘ezîm çêkirî ‘Erşê ‘ezîm ê ekber e Zînet û raza merkezî Ew kursîyan heq li ser e Bê şems û gerdun dibezî Heq Wahid e Witr e fer e Bê newm e baxvan ê rez î Bax ê ku baxvan bête ber ‘Erdek heye ew lê nebî Dara ku ‘enqa bête ser Belgek heye sîh lê nebî Kîj nî’metê dê dît xeber Ya Reb derê feyzê vebî Ser çeşmeya feyzê çî ye? Hate lîsan ê ‘arifan Ew nurekî Rehmanî ye Darête qelb ê xaîfan Jê şem’eyek da Muksî ye Lew bu nedîm ê taîfan Bume nedîm bume herîm Min ‘eşqeka dijwar heye Kêfê dikim serfa ‘ezîm Min hêj meya pêrar heye Minet ji Rehman ê Rehîm Min mîrekî Settar heye Ew mîr Kerîm e Satir e Xweş Hakim e di barê xwe da Xelqno! Ne dur e hazir e Ew Wahid e û bê îbtîda Her çî bikit ew Qadir e Ew xaliq ê bê bab û da Wahid yek e ne ji kes e Ferxende ye nej erxekî Ew yek ji ‘amê re bes e Muhtac nehin bal ferxekî Ustad ê aş ê ethles e Neh çerx di nava çerxekî Bê te çime? Ez ne ez im Ruh û rewana min tu yî Ez hişkedar im ne rez im Xeml û ruhana min tu yî Bêy te neşêm gavek bez im çun û sekana min tu yî Bê te mirar im meyyît im Qelbê ji ser mirate ye Ez kuştîyê natebîb im Behra quluban te heye Xelqno! Bi Qur’ana ‘ezîm Her çi dibêjim her we ye. Ma ez dibêm vê gotinê Bê te zeban bê gotin e Ew qal û qîl e di dinê Zahir û bahtin sakin e Bun mîqata mirin ê Ew-j bal te ne ne-j bal min e Mi hewl nehin quwet nehin Mi sewt û ezman bi te ye Mi zehr û ezman qet nehin Dest ji te ye çeng ji te ye Mi fikr û hem himet nehin Ruh bi te ye rah bi te ye Hub rêtî canê beşer e Sewda ji mejyê wî firî Goyinî nêv dar û ber e Bêsuc e qet nakit girî ‘işq û enîna qemer e Netq û lîsanê jê birî Deng ji defa canê me tê Kirdin nefir û nayekî Sanî’ bi herfê pif ket ê Her zehrekî-b awazekî Subhan ji şah ê Qudret ê Her canekî û ebdanekî Hemd û sena heqq e li me Bê hedd û bê qiyas bikin Zikr û ‘îbadet lazim e Cuhda therîqa rast bikin Roja qiyamet qaim e Ta’etek pir esas bikin Ta’et bike rêdur î tu Her çî di mektuba me de B’kaxez û kîs û morî tu Ya min bi da fî min bi da Canê di kûba sorî tu Rohnîya sem’ û beser da Canê di navê nefsî ye Vêkra hemî bu beşerî Maka wicudan fanî ye Ew dê bizanî vî derî Eslê ruha me baqî ye Lew jê nedakin xawerî Dê bçîne nîva axekê Perda turab ê tharî ye Feqî dê rakit rahekê Bi mehdera wî Barî ye Bo çak û parisa-b carekê Li cennet bikin serdarîyê Avek mehîn im kemter im Min cerg û dil bune birîn Sewda û dîn û ebter im Pabendê vê nefsa le’în Muksî yê jar û bedtir im Ferhemnî xeyre Rahîmîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feqiyê Teyran şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz