Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez çi bêjim çi beyan kim Mexfiyetan ez eyan kim Sirê Dilî aşkera kim Kes bi halê min nezane Çendî bêjim sir û halan Ax ji destê çavxezalan Her dinalim mah û salan Kes bi halê min nezane Mah û salan ez dinalim Şev û roj talibwisal im Aşiqê bejna şepal im Kes bi halê min nezane Aşiqê bejna letîf im Xestehal im pir zeîf im Mubtela qametelîf im Kes bi halê min nezane Mubtela qametfena me Ji yar û dostan cuda me Aşiqê nûra Xuda me Kes bi halê min nezane Aşiqê sêv û biha me Ji bo cemala mubtela me Ger bibînim canfida me Kes bi halê min nezane Ew baxê sorgul di nêv da Yar û mehbûb meşiyan tê da Xweş e ji keyfa dinê da Kes bi halê min nezane Ew mehbûba wek stêra Tasîra keça mîra Te helandî Feqê Teyra Kes bi halê min nezane Dîwana Feqiyê Teyran, rû 201,219,220, Weşanên Lîsê, Amed 2011

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feqiyê Teyran şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz