Tu kî yî bo min ?
Tiliyên te çi ne bo min ?
û lêvên te ?
çingîna dengê te?
Hilma te çi dide min
Berya em hevdu himbêz bikin
û bêhna te,
dema em hevdu himbêz dikin û
piştî himbêzkirinê?
Tu bo çi yî?
Ez bo te çi me?
Ez çi me?
Ji Elmanî: Tengezarê Marînî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Erich Fried şiirlerine dön