yek hizrê ji me werdigire
bes e bi tinê ko
em nivîsên wî bixwînin
û carnan di gel xilmaş bibin
yek pêjinkirinê ji me distînê
helbestên wî
xelatan werdigirin
û
pir caran dibin wek nimûne
yek biryardanên giring distînê
li ser ceng û aştiyê
û em tim wî hildibijêrin
pêdivî ye bi tinê
sûnd
bi deh ta duwanzdeh navan bête xwarin
êdî ew ê
hemî jiyanê
ji me
bistînin.
Ji Elmanî: Tengezarê Marînî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Erich Fried şiirlerine dön