devera azadî lê nebe
tu azadî yî
devera şeref lê nebe
tu şeref î
devera germahî lê nebe,
nêzîkahî di nêv mirovan de nebe,
tu
nêzîkahî
û
germahî yî
Tu..
Gerdûna bêdil î
Lêvên te,
zimanê te
pirs û bersiv in.
di himbêza te de,
di nav paxilên te de,
tiştekî wek vehisînê heye,
her careke pêdivî be,
ji te dûr bibim,
dîsan xwesteka
vegerê peyda
dibe.
Tu..
Destpêka paşerojê yî,
Dilê oqyanos a bêdil î
Tu
ne li benda baweriyê yî
ne felsefe
ne fêrker
û
ne jî malxwê yî,
ên ko mirov
xwe pê ve girê bide
Tu
miroveke jîndar î
Tu
jin î
Tu dikarî
şaş bibî,
gumanan bikî
û
çak bî
dilê cîhana
bêdilî
Tu.
Ji Elmanî: Tengezarê Marînî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Erich Fried şiirlerine dön