Ew Rast e
Ên duh lêdan
Li wan hatibû kirin
Ên ko weke dijmin hatibûn destnîşankirin
û mirî ne
û nema dikarin kuştinê bikin
û nema rê xweş dikin
Da ku kujer biafirin.
Hew êdî tirs heye
Desthilat ji dest wan û
û yên bêlêdan
Ji îro û sibe mayîn û
ên wek heval dihatin hejmartin
û kuştin pêk dianîn
û haziriya kuştinê dikin.
Ew nerast e,
ku em wan bi kujer li qelem bidin
ew bi xwe tirs e ji ber ku ew
seredest in
Ji Elmanî: Tengezarê Marînî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Erich Fried şiirlerine dön