Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Elîriza Spahî Layîn

Elîriza Spahî Layîn

2 görüntülenme 0 beğeni
1-Ez û Tu Ez û tu dara baxekê Dişewtinî ji daxekê Bigir ji min suraxekê 2-Xef meke Ez û tu aşiqên berê Bixwîn dîsa li pencerê Tu carê xef nekî gerê 3-Hevalê min Guh dagirin, guh dagirin Dîsa dilê mi kul kirin Hevalê min kuda birin? 4-Ar Tu li ku yî? Li nav telê* Ez li ku me? Li nav belê Çi ar e kete nav kelê 5-Fetîr Nanê fetîr, nanê fetîr Bi hêstiran bûnî hevîr Li ser çîkan çûnî ji bîr 6-Nikam Çi jane sa dilê mi ra Ku bê te hal dikim vira Çima nikam bibêm, bira? 7-Tamil Rûnî, sa te derdidil kim Çavan ji hêstiran şil kim Belkum vê jana tamil kim 8-Derman Rê girê dan li ermanan Birîn çê bûn bi xermanan Xelko bibînin dermanan 9-Mala Sîseboza mîna sêvan Mîna gulan ken li lêvan Mala li min bûya mêvan 10-Xwîn Gullêk piçya li dengê bê Gulek vebû li sîngê çê Dîsa kanyek xwîn kete rê 11-Bi Dû Te Bi dû te ra hatim - çûme Ji pê ketim, ji cîn bûme Meger ji te dest dişûme? 12-Dûman Dûmanek hat daran dû kir Bê ji sermê cengel kû kir Dûman revî bê ra dû kir 13-Hişkesal Ji baxan tê, dîsa yar e Barek êzing kirye bar e Nam ji çi ye Dil bi dar e? 14-Çav Li Rê Mala dihatî vê mala Te ez didîm li vê hala Çav li rê ye va hevala 15-Hûr Didan hûra hûr dikene Ji ser çîyay dûr dikene Lêva hîvê, nûr dikene 16-Baran Li ser baxan barî baran Gul kenîn li şaxên daran Hêstir kete çavên yaran 17-Ar Dil, sa te ra li nav êr e Aşiq ji canê xwe têr e Carê bifkir, yar li jêr e 18-Heval Li paş wan dîfalên hesin Hevalên me hîn bêkes in Xelko, çima pê nahesin? 19-Selam Lê çûçikê nikil bi xwîn Sa hevalên dil bi birîn Selamekê ji me bigîn 20-Yar Yara min a bejin zirav Mîna çiryan dişewtin çav Ji derdê te ez bûme av 21-Haşa Rinda min a henî qaşa Li nav belê hal nexwaşa Ez te ji bîr kime? Haşa! 22-Dara Merxê Dara merxê li ser çîyekê Av daye min ji kanîyekê Kirme xewê mîna dîyekê 23-Teşî Janên te bi dil da meşîyan Hêstirên min nêm nêm reşîyan Ketme çerxê mîna teşîyan 24-Hesret Dûmanek hat ji çîyê dûr da Bi ser me ra girt ji jûr da Hesret dikşînim ji kûr da 25-Xelas Xelko çima xwe nas nakin? Sa meydanê xwe xas nakin? Xwe ji dest xwe, xelas nakin! 26-Wenda Malan bar kir rabûye toz Ji pê ra çûme poz bi poz Min wenda kir ew yara boz 27-Sîyaran Li ser çî berf û baran e Gurme gurma sîyaran e Dilê min li cem yaran e 28-Kuda Terî? Uskur zerî, uskur zerî Tifang li pîl, kuda terî? Xwedê bike zû vegerî... 29-Pîyan Ez li vir im, tu li çîyan Bi bîra te, ez bi gîyan Bi kenê te dibim pîyan 30-Wext e Ji ser çîyan dêxistinî Hînga ji hev êxistinî Wext e dîsa hulistinî 31-Vê Xelka Em xizanê vê xelka nî Dil û canê vê xelka nî Em zimanê vê xelka nî 32-Xelko Xelko hûn çîkên asmînin Şevên tarî dişewtînin Rê wenda bû, xwe bighînin 33-Gazê Xelko werin bi pêşwazê Ez bibarim gilê - gazê Çavê min hêstir dixwazê 34-Işqî Xelko ez li we işqî me Bi kenî we ez kenîme Hûn bigrîn, ez digrîme 35-Derman Birîn bi dil da xerman in Her birînek sed erman in Elo xelko! Hûn derman in 36-Guh Dagir Heval! Tu li min guh dagir; Li ser te bişewte agir Tu serê xwe bilind dagir 37-Cewr Gulek vebû li ser qewran Bejn kişîya çû nav ewran Vexemirî ji dest cewran 38-Hîvek Gulek vebû, dore tîkan Hîvek kenî li nav çîkan Şev işkênand dengê dîkan 39-Xizan Me xizanên çîya – banan Ar berdaye zivistanan Ji bîr mekin me xizanan 40-Camêr Heray dike tê ji jêr e Ture‏piştî tijî şêr e Her kî heye pir camêr e! 41-Qirr bûn Tê bîra te em pir bûnî? Wê salê ji hev birr bûnî Gur kete nav me, qirr bûnî! 42-Têr Xwarine Gep nakin bi zimanê xwe Kirne duşmen xizanê xwe Têr xwarine ji canê xwe 43-Sîya darê Biroş* li ser kurrê yarê Dilîze li sîya darê Şîr diçelqe li ser şarê 44-Kî Man? Li paş wan dîwarên sîman Hevalên me tî- birçî man Nizanim kî kuştin, kî man?! 45-Birîna min Birîna min mîna çalan Kûr bûye li bayê salan Ser nê girtin bi tu halan! 46-Kanî Kelî ji nav merxan, kanî Beydaxa hêşin hilanî Ghîşte colgê, li ser danî 47-Sade Min dil da te, min ê sade Kuştim vî derdê bêwade Qusse yaxê min bernade 48-Dilê Min Dilê min hate işkestin Emma xelas nabe xwestin Dilên mîna min, nawestin 49-Bêwestan Min dil danî li nav destan Lê dêxine hîn bêwestan; Dibê; heray kuştim mestan 50-Duşmen Duşmen kanê, duşmen kanê? Duşmen tune li meydanê Duşmenê me, em bi xwa nê 51-Çima Umreke sa xelkê yar î Ji birînên wan bi par î Çima ji kurmancan qar î? 52-Sa Wan Koç bi rê ket da ber zawan Xwe xemlandin keçk û lawan Xwedê can çî dagir sa wan 53-Mirim Birînên min derdên duh ne Mirim ji des janên kuhne Heray! Yarên min li ku ne? 54-Merxa Gir Merxa gir e ser çingê çê Sîngê hêşin da hember bê Zinaran ser bilind in pê 55-Merx û Kanî Merx û kanî nika yar in Bejnên hêşin sed hezar in Darên rabûne, serdar in 56-Hêz Çîya ji wî dil bi hêz e Kîvîyan sa wî ra rêz e Ew kurdê welat parêz e 57-Baxan Aliş bûye navê baxan Şevnêm bûye avê baxan Hêstir ketye çavê baxan 58-Mûzî Meytê xizîn ma sa dê ra Bûne mûzî sewa sê ra Derdê xwe bêjin sa kê ra? 59-Kê? Umrek bi ser me ra girtin Ken ji lêvên me hilgirtin Birînên me kê hêjmirtin? 60-Xewn Hêstirên min derdê kê ne? Xewnên min ê xizantyê ne Nêm nêm ji çavên min têne 61-Herd Hêsîr manî li vî herda Canê me xwar vê namerda Kî hal ke axir vê derda? 62-Tijî Tîkan Şev kişya û xef kir dîkan Ketnî rîya tijî tîkan Dengê xelkê ghîşte çîkan 63-Rind û Kûtî Tûmek anix, tûmek mere Rind û kûtî hatine çere Me ji dinyê nedî bere 64-Toz Hîvrohîn bû, colge boz bû Sîyare diçûn, rê bi toz bû Dil zivistan, dem temoz bû 65-Ji bîr Li hîlya te xwe difkirim Min nas nakî ez dimirim Kê ez ji bîra te birim?! 66-Çend Hêstir Mal hatin ji çîya merxê Dûr ketin ji dîya merxê Hêstir man li sîya merxê 67-Rîyan Çûnî çîyan ez û malan Hatin-çûna li nav salan Rîyan umrê me kir talan! 68-Nav Satê bigir wan çavê xwe Werîn bîrê dê-bavê xwe Çûn, sa me danîn navê xwe 69-Xo Ewravî hatine ser waran Dîsa li me barî baran Xo çilkî ji biskê daran 70-Nizme Nizmêk barî siba biharê Gul kenîn li şaxên darê Dilgerm kirim rozigarê 71-Erman Sendîfal û qûşe xerman Mal îsal jî man li german Çîya sa me bûye erman 72-Hîn Pa Ne Hezar meçît bi dûman e Darên merxê li nav xa* ne Rakev bira, ew hîn pa ne 73-Bavkalê Min Bavkalê min, bavkalê min Temaş dikir li halê min Digot: rabe hevalê min... 74-Refê Xelef Refê xelef, refê xelef Gul lê vebûn ji çar teref Keran xwarin kelef kelef! 75-Lahîn Tûfan rabû ji orta çî Tarî kir ji colgê ta çî Lahîn ma, pişta xwe da çî 76-Çîze Çîya sar bû girte çîzê Dê kete kwînd ji dû qîzê Gulyên* merxê li hemîzê 77-Bûk û Zava Rûniştine li bin tavê Ji zêw da tê dengê avê Xweş bi halê bûk û zavê 78-Cînar Li pîlên me barek ar e Li dilên me arek bar e Nizanim va çi cînar e? 79-Bi Xwe Qerra Elê keçka bi xwe qerra Te dilê min bir bi xwe ra Derdê te kuştim bi ser ra 80-Çav Li Rê Ez çîyekî berve bê me Sîseboza bin berfê me Sa biharê Çav li rê me 81-Ji Çavên Min Kelî ji bin kevran kanî Li dilê min qedem danî Ji çavên min ser hilanî 82-Jenê Li mahîna hêşin lêdenê Çav digîrî, lêv dikenê Durna* kurdan dibin jenê 83-Napirsn Dil bi jan e, çav bi hêrsin Mêr ji çavê reş ditirsn Carê derdê wê napirsn 84-Bêhejmar Gepên min û te hezar in Barê dilê me zinar in Birînên me bêhejmar in 85-Dil Bi Dar Van kanyana dil bi dar in Hêstir germ û hesret sar in Avdizan xwîna wan xwarin! 86-Ji Min Dûrî Ken şîrîna didan hûrî Fek xunçeya lêf bilûrî Hîvê, çima ji min dûrî? 87-Qefes Gava ku te bi bîr tîne Ar, dilê min dişewtîne Şûna şêran qefes nîne 88-Çavkanî Bejna bilindê nav navan Çavkanîya giştî avan Nûr dişurre ji nav çavan 89-Kel Rê, xwaribû li çî kokel Rêkoçê daye ber kotel Xo ji çingê çîyan çû kel 90-Kanî Kanî Av herikî kanî kanî Dengê kanîyan zaw hilanî Ax ku dîsa em tî manî! 91-Avzimk Avzimka pîre bin qatê Xicaw umreke jivra tê Nasekinin hêstir satê 92-Av Tîyan canê min hilanî Sa avê çûm; xanî xanî Kelî ji mala min kanî! 93-Yara Min Yara min a ser bi zîvê Gulyên te heft bost û nîvê Nê çavên te rewşa hîvê 94-Xwedêyar Deve anîn, malek bar be Yara min li ser sîyar be Tere, xwedê pêra yar be 95-Şah Xanim* Ava laynê ghîşte bûrî Ji ser bazdan bêlek hûrî Ka xanima dest bi çûrî? 96-Pest Di mal da ma ji qedpestî Karda duşmen bûye destî Behre nedya dilişkestî! 97-Nikam Di nav mal da xwe hêsîr kim Deryan li ser xwe zincîr kim Kînga kaynim te ji bîr kim? 98-Wenda Dûmanek hat, wenda bûnî Hey ketinî, hey rabûnî Dûman revî, em şa bûnî 99-Bêbexit Xwedêxwestî li ser textan Dest li ser sîng em bedbextan Şansa me nanî tu wextan 100-Bêxêr Ji ewqes genim û şalî Xapeynî bi mistek xwalî Me xêr nedî ji tu alî 101-Naçar Va rêkoça naçaran e Rîya me dûr ji waran e Bîne li dest cînaran e 102-Çav Li Pêş Jûnyên devedaran dêşin Zaw, me li hev diguvêşin Hîn jî çavên me li pêşin 103-Peryê Hate avê, bişû heryê Av daye min bi bêderyê Min ramîsa destên zeryê 104-Ar û Girr Li berxbirrê, li berxbirrê Zend hildabû dînedirrê Ez kuştim ji ar û girrê 105-Bêhn Te vedişêre dîya te Bêhna te tê ji rîya te Te nas dikim ji sîya te 106-Van Şê’rana Her şê’rek min sê xet name Sê jan û birînek sa me Ji bîr nabe birîna me! 107-Fîroze Yara min a sîsebozê Tu wenda bûy li nav tozê; Heray ji derdê fîrozê 108-Sa wê Malan bar kir, çûn merawê Ez mam li genim derawê Dilê min pir tenge sa wê 109-Ka Fîroze? Umreke li ser gulîlê Digrîn çavên berfendîlê Ka fîroze; gula îlê? 110-Lîstik Çi lîstik bû, malik malik Lêwik daye bin xwe falik Keçik dane mêrê kalik 111-Tûfan Tûfanek hat dinya tev da Ghîşte kela me ji şev da Giryanî em bi ser hev da 112-Dû Xwe kurqot kir paçesûrê Dû, kelî ji nav tendûrê Ro wenda bû li bin pûrê 113-Nalîzî Tu ku sa min pir azîzî Çima ranabî nalîzî? Meger dengê dil nabhîzî? 114-Dirrî Neke gulan ser bibirrî Carê te dî xwîn hilifirrî Li dawa te bûye dirrî! 115-Vê Bihara Vê bihara gul işkiftin Çav bi halê me hingiftin Bi hêstiran da perçiftin 116-Henî Duşmen bi wan lêvên genî Dîsa bi halê me kenî Rabe bira, jivra henî 117-Du Çav Yarek çû û du çav giryan Du ar dadan li bin biryan Xelko, bibînin wan çiryan 118-Dilê Aşiq Tu çav reş î, ez çav mêşin Li hember hev bûnî hêşin Dilên aşiq sa hev dêşin 119-Hesret Her çi dibêm gep hîn mane Hesret bi dil da xerman e Te ramîsim çi erman e 120-Sendîfalî Ji vî alya ta wî alî Ban dikime nabe halî Eman keçka sendîfalî! 121-Jêva Malan bar kir ji warê xwe Hêstir rîtin ser arê xwe Jêva nabînim yarê xwe? 122-Ocax Rûniştî li hember ocêx Nanê xwe daye ber ocêx Dil dikele li ser ocêx 123-Paşûr Runiştibû li paşûrê Hêstir dirît bêhedûrê Beref bibûn çîk li dûrê 124-Ka? Yara me çû, dil xwîn girya Kuda çû ew çav û birya? Rê tarîye ka ew çirya? 125-Xwîn Kirrîn Merxa hêşin hate birrîn Bêlek çûçik ji ser firrîn Xwîna cêngel hate kirrîn *Ji pirtûka “Sêdilop”ê, weşanê Madyarê, Sine - Kurdistan, 2020 *Şîrkûh Pehlewanî edîtorê helbestvanî ye, ji aliyê wî ve ji bo me hatine şandin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Elîriza Spahî Layîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz