Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Elîriza Spahî Layîn

Elîriza Spahî Layîn

2 görüntülenme 0 beğeni
1-Gaşe Ji ser sêdarê Em nayên xwarê Gaşe dinya, me Bibîne carê! 2-Erman Derdê bê derman Xem bûne xerman Şev û roj sa me Bîst û çar erman 3-Hêstir Çilkek hêstir im Li te difkirim Çavên xwe veke Nehêl bimirm! 4-Du Rê Tenê du rê ne Ku bi çirê ne Evîn û zanîn Yê din girê ne 5-Bawer Janê eser kir Çavê mi ter kir Ketme çavê te Ta te bawer kir 6-Wî Şev û ro kar e Dil birîndar e Şev ji wî qar e Ro li wî nare 7-Çira Şeva bi baran Şerya li daran Çira vêxistin Sa bêx ra, naran 8-Hîv Hîva mi derket ser Gulîlê Ala li dest, birno li pîlê Tîfegul e, çavek li Êwez Tîfegul e, çavek li îlê! 9-Yara min Pir şîrîn e, yara min Xalzêrîn e, yara min Dema ez sa te dîn im Kî dîn nîn e, yara min?! 10-Çok Li ser kanyê, keçk û bûkan Rûniştîbûn, bişûn nûkan Dene dene, dan kevûkan Ez ji bîr bûm li ser çûkan 11-Kanî Çavên te kanî ne Sa aşiqan tî ne Li ser xwe, wan dîsa Mala mi danîne 12-Şandin Daran diçînim Şêran dixwînim Gulan kom dikim Sa kê bişînim? 13-Yekdeng Em tev bira û xweng in Tev yekdil û yekreng in Em kurd, hemû heval in Li pişta hev, yekdeng in 14-Xweşî Bêhna biharê tê Dengê simarê tê Xweş tên, lê xweşya min Hîn jî, ji yarê tê 15-Şûna Te Dîsa sêzde ye Va cejna me ye Li dilê gulan Şûna te ve ye 16-Dax Şev, sa te bi şîn e Dil sa te ra dîn e Ez sa te ra dayîk Dax im, hîne, hîne! 17-Em Em bê dirav inî Bê nan û av inî Şukira xwedê li dil Hîn jî bi nav inî 18-Dîya Min Ewrên xem û derdan Çavên çîyan berdan Bi ser dîya min da Barîn, li çar herdan 19-Serêvar Mal; tarî û sar e Şev; qet li min nare Çîka sibê rakev Vir, hîn serêvare 20-Rind Gûryanî em; zinde Halê me hîn rind e Janan nizanin, ker? Çermê me qalind e! 21-Çavên Şil Hate mi dengê dil Dîn bûm, ezê baqil Dil sa xwe, kenî, çû Ez mam û çavên şil! 22-Dilişkestî Bûka mîna guldestan Xine ma li ser destan Çû, bi dilek işkestî Sîyar bû li darbestan! 23-Nifir Canê me xwar te rûgewrê Li caylên me dikî cewrê Hîn ji me dixwazî sewrê? Elo mergo, herî qewrê! 24-Kenîn Çûme gulzarê Geryam li yarê Bi min dikenîn Gulên biharê 25-Orzelî Berfendîl helî Kanya dil, kelî Bûka dûmanê Dû kir orzelî 26-Hesyan Hat bihara min Şîn bû dara min Dar, pê nehesyan Gul da, yara min... 27-Nabe Dilê min şa be Yar tê, de rabe Govendê bigir Çav li rê, nabe 28-Çavkanî Helbesta min, lal e Destê min bital e Li işqê, digerim Çavkanî li mal e 29-Dîsa Îşev li yanê min Raketye canê min Dayîk dilorîne Dîsa zimanê min... 30-Eger Ba û barif e Dil, diricife Yex dikim, eger Ew, neaxife *Ji pirtûka “Duçar”ê, weşanê Madyarê, Sine - Kurdistan, 2020 *Şîrkûh Pehlewanî edîtorê helbestvanî ye, ji aliyê wî ve ji bo me hatine şandin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Elîriza Spahî Layîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz