Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Elîriza Spahî Layîn

Elîriza Spahî Layîn

2 görüntülenme 0 beğeni
1-Kurd Li ser çî, hêstirên tavê dibîne Ji warê xwe, tenê navê dibîne Hîne ser kanîyan ku rûdine, kurd Kelîna xwîna kalbavê dibîne! 2-Can Dibêje: jin hinek jîn in, hinek jan Dibêjim: jin, jîyan in, eynê mêran Keçên kurdan; gulên kesk û zer û sor Hema şêr in, hema işq in, hema can... 3-Mal Ava Xwedî derdo, xwedî deng û dutaro Çi bû te terka me kir, dil bi daro? Dizanim hîn li yara gul, digerî Here mala te ava, şasîyaro! 4-Nîv Şeva borî ji nîvê, baş li hîvê Ku va nana, mi nîvek xwar li şîvê Elê hîvê bibîn, birçî me ez hîn; Û çavê min maye dîsa li nîvê 5-Min Çima? Dîya dilreş ku ser hîva mi cil kir; Dîsa çîk derket û çavê mi şil kir Ji çavê herdê bêhêvî me emma Mi bi çi eqlî ji yara xwe, dil kir? 6-Ramîsan Ez û tu, sorgulên li çî vebûnî Du kurdên şad û qet bêxem nebûnî Te îşev radimîsim ta nebêjin Ku em ji her çi ermanên xwe bûnî 7-Koçer Digerya û digerya û digerya Ne deryek ma, ne daristan, ne derya Mîna her koçerî, yar hate bîrê Bûye teyrek, li çingê çî vegerya 8-Çima Em? Cihan tev ceng e û talan û çaxûn Dikin işq û jîyanê poç û paxûn Nizanim kurd sa çi bûne dijmen? Çima xweng û birano, em? Çima hûn? 9-Zar Li vî diltengîya hêsîr û zar im Şev û ro, bêhedûr im, dil bi dar im Dixwazim te bibînim, lê tu dûr î Dixwazim te ji bîr kim, lê nikarim! 10-Îşev Xerab im, dax im û dilgîr im îşev Bi dest derdê te da hêsîr im îşev Ji dû umrek ku bê te, min xwe dagirit Nikarim hêstiran veşêrim îşev! 11-Daxek Şemalek hat û bençêk gul, ji baxek Çinî û her gulek danî li taxek Niha her yek li warek manî em, kurd Hema, me nas dikin hîn jî, ji daxek 12-Welato Ji mîrata te lahîn maye sa min Zimanek nerm û şîrîn maye sa min Welato gep bimîne, li çîyêk dûr Nexanek kuhne jî, hîn maye sa min 13-Kulav Welato ji te navek maye sa min Ziman û dê û bavek maye sa min Mi tu ispartî hellacan û hatim Bibîn, ji te kulavek maye sa min 14-Evîndar Mîna hîva li ser çingê çîyên sar Mîna merxa ku li sermê bûye dar Ji ser da, xweş im û ji dil, birîndar Evîndar im, evîndar im, evîndar 15-Birîn Ji ocaxê te tînek maye sa min Ji sê rengê te şînek maye sa min Welato li xwe dilgerm î ku hîn jî Ji işqa te birînek maye sa min 16-Xewer Elê xwenga min û giştî birên min Tu dayîka ji qiçik ta girên min Xewermerga te hanîn sa min? Eywax; Kî sa te bîne barê hêstirên min? 17-Hêlîn Tu hêlîna temamê jan û derdan Tu bêhêlîn kevûta her çi herdan Te ku çavên xwe dane hev, ji vir çûy Bibêj derdê te kî girtin, tu berdan? 18-Derd Elê xwenga min a dil tijî erman Elê hêvî û hesret sa te xerman Veşêr janên xwe, kurda min li axê Ne derdê te kesek nas kir, ne derman! 19-Şukr Xwedê şukra te ku nabawer im ez Gula min çû û hîn lê digerim ez Xwedê şukra te, vê şîna dikim fam Dema ku wext e ji dinyê herim, ez 20-Nobe Xicawa bangîyan tê, xem giran e Kulam û jan bi hev ra istirane Xwe sa te kuştine xwengan, gula min Bihêl ez jî herim, noba biran e 21-Jan û Jîn Li vê dinya eger yarek nebînî Eger aşiq nebî, bê dil bimînî Eger te tunebe janek li jînê Gerê qewra xwe, hîn xwaşî, hilînî 22-Kelat Welatê min, welatê min, welato Welato, qehremanê bê xelato Meterkîn sengerê nadir, bigurmij Dîsa jî lengerê dagir, kelato 23-Ez û Tu Tu cînar î, tu yara tirk û tatî Mîna rê, her kuda ez çûm, tu hatî Li hev, derdan girê danî, ez û tu Li yanê min bimîn, rinda kelatî 24-Doleba Li erdê ling û ser li asimîn e Ne dişkê û ne ji çûnê dimîne Mîna kurdan, li rê ye doleba jî Li bin barê birînan jî dixwîne 25-Nehat Mi got dilteng im ez, dilteng e, ew jî Li sêpêyê dil bi dar in, meşk û dew jî Şevaro, çav li rê mam û nehat ew Nehat û çû ji van çavê mi; xew jî! 26-Bejn Me gul da û li daran* niştinî em Ji bêdengî, şemalan miştinî em Tenê, bejna te dayîka welêt ma Ku manî û li bin rûniştinî em 27-Hûn? Hevalên tirk, nanê min dixwazin Ereb, deng û zimanê min dixwazin Hevalên fars, ez kurd im, birê we Bibêj, hûn çi ji canê min dixwazin? 28-Tenê Dibim gul tu mi sa yara xwe jê ke Dibim bêhna gulan, min tev li bê ke Bike her kar dikî, cînaro, emma Tenê "wexta ku mir, kurdek ji dê ke"! 29-Ji Çavê Min Dikarin vî dilê min xav û xwaş kin Birînên kûrê kurdan, hal û haş kin Dikarin, ger ku tirk û tat bikarin Ji çavê min li vê dinya temaş kin! 30-Ji Çavê Me Mîna me, ew neman û namirin ew Mîna me, serhedan danagirin ew Dizanin çav li rê nî, lê tu caran Ji çavê me li kurdan nafkirin ew *Ji pirtûka “Mîna mal”ê, weşanê Madyarê, Sine - Kurdistan, 2020 *Şîrkûh Pehlewanî edîtorê helbestvanî ye, ji aliyê wî ve ji bo me hatine şandin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Elîriza Spahî Layîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz