Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Elîriza Spahî Layîn

Elîriza Spahî Layîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez im kurd Tawanbarê berxwedanê li hemberî nejiyanê û li hemberî ba û birûskê helbestek im bênav û nîşan nivîsandî li ser kevirekî li qefsînga çiyayekî bayê xwest min bimale baranê xwest min binpê bike berfê xwest min veşêre Erdê xwest min binax bike lê, Rojê xwest ez bimînim û bikenim û bi salan e ku mame wekî kulîlkekî ser zinaran wekî kûvîyekî nava meraran de û wekî Kurdekî di binê waran de bi destekî vala û bi dilekî tijî… Ez im kurd Tawanbarê hebûneke bêmerz û jiyaneke bêrêz tawanbarê bêçima hebûnê û bêçima jiyanê! Çima li gundan bêyar im? Çima li bajaran bêkar im? çima ji xwe bêzar im? çima li welatan koçber im? çima bi salan e li zîndanan hêsîr im ji destê azadîyê… Ez im kurd Tawanbarê nezanîn û nikarîna xwe tawanbarê imrekî tirsînê imrekî nepirsînê imrekî nexwestinê, nebihîstinê, nedîtinê... li her welatî, yê bêziman li her dibistanê yê bêzanist li her komê yê bêdeng… li her bajarî, yê bizarawe ne Tirkî baş dizanim ne Erebî, ne Farisî… lê, stranên xwe bi erebî dibêjim helbestên xwe bi tirkî dinivîsim nivîsarên xwe bi farisî dixwînim û kes nizane ez kî me... bi tirkî dinvîsim lê, ne bi başiya tirkan lewma, tirk min hez nakin û kurd min fêm nakin ne têm xwendin ne têm bihîstin ne têm dîtin li cem tirkan û farisan û ereban yê herî nezan li cem kurdan yê bêziman… Ez im kurd tawanbarê reviyana ji xwe kurdên cînar ji kurdiya min hez dikin lê ji zimanê xwe fedî! min ji dest dane guhdarên xwe mişterîyên helbesta xwe beşdarên gotûbêja xwe bîrawerên bîranîna xwe… çima ku cînaran bihîstine ji dîwaran sedema şûndemayîna wan zimanê wan e... sedema bêperetîyê sedema bê nan û avîyê sedema bêzanistîyê û sedema bêwaritîyê... û sedema bêçimatîyê! Ez im kurd tawanbarê bêxwedîtîyê tawanbarê bêxwedatîyê tawanbarê bêolitîyê bê peyxembertîyê û nebawermendîyê bê paşeroj... bê parêzer... bê mifa... bê maf! bê ziman bê pere bê mal bê heval! Lê, nizanim çima... Ez im kurd tawanbarekî bêsûc! li berxwedanê yek im li êrişan yek im li parastinê yek im lê, li wergirtina heqdestê...?! axavtinê nizanim û nizanim çima... li ziman û çanda xwe dilgerm nînim û nizanim çima... ez bê rojname û tilivîzon im û nizanim çima... lê, dema dipirsim çima? tê gotin: eva pirsa dijminan e pirsa neyaran e… lê, nizanim ku dijmin kî ye û dost kî? dijminatî çî ye û pirsa dijminan bi çi rengî ye? Ez im kurd tawanbarê evîndarîyê; gor hemû erk û qnûnan wekhevî baş û hêja ye lê, ez dema ji evînê dibêjim tawanbar im dema wekhevîyê dixwazim tawanbar im dema pêşketinê hêvî dikim tawanbar im dema heqdesta bavê xwe dixwazim... dema navê xwe dixwazim... dema hejmara însanên xwe dixwazim... dema mafê xwendin û nivîsîna bi zimanê xwe dixwazim... dema şevbirka helbest û mûzîkê dixwazim û dema weşana helbestan û pirtûkan dixwazim zû li hemberî min radiwestin û dibêjin: tu şoreşger î tu dijminê welatan î tu dijî asayişa netewan î û tu parçekera yekitiya axan î... lê, nayê gotin ku: çima helbestên min nabin pirtûk kitabên min nayên weşandin weşandiyên min nayên xwendin û xwendiyên min nayên bihîstin? eva helbesta -wek mînak- ji kûrahiya dilekî xwîn derdikeve eva helbesta ku bi xwe tim di bin metirsiyan de goştê xwe xwariye û xwe veşartiye di sîbera bêdengiyê de maye û hemû janên xwe bi nîvê ra hiştiye… erê eva helbesta weke mînak bêdeng dimîne di nava defterê de di binê sandiqan de xwe vedeşêre di paşila şivanekî de di nav tûrê hejarekî di newalekê de di binê çalekê de di tarîtiya odeya malekê da û nayê belavkirin belkî zindî bimîne û li rojekê ji dîroka pêşerojê de ji zîndana zindîgoriyan de serî hilde... Ez im kurd tawanbarê sadetî û azadetîya xwe tawanbarê bê bextiya dîrokê tawanbarê xwastekên biçûk tawanbarê hêviyên xwezayî yên destpêkî tawanbarê gotin ji pêwîstiyên seretahî tawanbarê fikirîn bi dengekî bilind evîndarî bi dengekî bilind fîtik bi dengekî bilind stran bi dengekî bilind axavtin bi dengekî bilind û jiyan bi dengekî bilind… û nizanim ku dinya qada şeran û cengan e dinya warê xapan û veşartinan e ne şûna evînan û dengan! Ez im kurd tawanbar im û yekim kes im ku tawanbariya xwe bang dike û dibêje ku: gorî bawera min însan bo veşartina xwe nîne veşartin bo derewan û derewînan e ez însan im wek hemû însanan bi reşan re reş im bi spîyan re spî bi çermsoran re sor bi zarokan re zarok bi mezinan re mezin bi tirkan re tirk bi ereban re ereb bi farisan re faris lê, bi xwe re bê xwe! ez wek hemûyan im û kes wek min nîne bi her zimanî biaxivim baş e lê axavtin bi zimanê min nexwaş e matmayî me ku ez wekî hemû gelan im û ti gel wekî min nîne û serxwebûna min bixeter e! ez wekî tûtîyan im ku dema wekî hemûyan e zîndanî ye dema wek xwe ye azad e! keça min pirsî: bavo, çima keça xaltîka min li kolanên Meşhedê bi farisî diaxive bideng û bi kurdî diaxive bêdeng? min bersiv da: keça min, sûca wê nîne van demên dawîn axavtina parêzerên sinoran û pilingên çiyan di nav bajarên mezin de qedexe ye bajarên mezin tenê rêza tiştên biçûk digirin mixabin xaltiya te ew tişt ji keça xwe re negotiye ku ew çêla /çêleya pilingan e û loma nizane ku piling ji dengên bilind natirsin piling ji zimanê xwe fedî nakin! Ez im kurd Tawanbarê hezkirin ji nezanînê min navê Zîlanê li keça xwe kir lê xaltîya wê dibêje navê Zehra baştir e dipirsim: wateya Zehrayê çî ye? xaltî bê deng dimîne çima ku nizane wateya zehrayê gul e û zîlan û zehra bi yek wate ne lê, ew dema ku nezane wateya navan zêdetir hez dike ji ewan ew kurd e em kurd in em nezanînê zêdetir hez dikin nezan, neyaran zêdetir hez dikin Û neyar jî nezanan! *Ji pirtûka “Tawanbar”ê, weşanê Bîjenyûrdê, Bijnort - Xorasan, 2020 *Şîrkûh Pehlewanî edîtorê helbestvanî ye, ji aliyê wî ve ji bo me hatine şandin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Elîriza Spahî Layîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz