Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdulrehman Efîf

Ebdulrehman Efîf

2 görüntülenme 0 beğeni
çawa xwe qenc veşêrim di peyvan de Da tu min bibînî? çawa bêdengîya xwe vêxînim, weke ku di devê min de birîndarek be? çawa derbasî pelên xewê bibim, da te bikim xewa xwe? çawa bimeşim û di hemêza min de gul? Da ku tu min biçinî bi destên xwe! çawa xwe bikujim di navên te de da her tu binivîsî min? çawa te bibînim di eynikekê de ku di laşê min de şikestî be? Tu sed destên spehî yî, sed kirasî tu, sed bayê ku hinekî Kiras hildidin. ji dîwana "Ringîniya berbangê li ser erdê" Ji Erebî: Zîn Emîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdulrehman Efîf şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz