Zirav bûne weke tayê bêrîkirinê
Jibîrkirin dîwarên ku jiyana wan ya yekemîn
Dorpêç kiribû
Jibîrkirin tîpên resen yên ku bûbûne kenar ji zimanê wan û
Kolanên reş û tarî re
Jibîrkirin ken û girî
Jibîrkirin ku ji hevalên xwe re bibêjin: hûn bi xêr hatin û xwe bitewînin
Da ku gulekê bêhn bikin û
Guh bidin kerîyên xwe
Jibîrkirin amadekirina ji zivistanê re
Ji bîrkirin ji dayikên xwe re bibêjin:
Dayê !!! dilê min diêşe!
Bûn ku êdî nema dikarin rabin ji deştên kesk, yên kujer.
ji dîwana "Ringîniya berbangê li ser erdê"
Ji Erebî: Zîn Emîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdulrehman Efîf şiirlerine dön