Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdulrehman Efîf

Ebdulrehman Efîf

2 görüntülenme 0 beğeni
Sipas ji Emîna re sibe sipas ji bo şûrê li pêşya dilê min rakişandî di dûjehê de ji laşê xortî zer re sipas di pêşya rê de wextê nigê wê kulîlkê sibehê diperçqînin wextê ku derî vedke- û meytê min derbas dibe - siba te baş sipas ji Emînak din re berî pênc salan ji teyrekî zirav re, dibistanê dixwîne û şûşenin şikestî û kulîlkê yasmînê sipas ji Emîna re îro wextê avê ji bo sibe dadigre û hiltîne yan li ber derî rûdinê û dinav xelkên derbas dibin, li yên ku dişibin min digere îro bi gumlikekî rengsivik şorbakê ji kuflet re çêdike sipas ji şoşakî bi xwîna min tijebûyî re li ser masê ji tiliyên min ê kelandî re, ji çavên min re di sênîkê biçûk de, ji bo xwarna berî xewê sipas ji dilê min re ê bi destê wê perçe perçe bûye sipas ji Emîna re di pêşerojê de qeyikek xerabûyî dawya odê pê tê xemilandin guldanek bi qirikek dirêj û bi xatrê min li piş derî bi gulin agirî li ser dest û gazên min.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdulrehman Efîf şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz