Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdulrehman Efîf

Ebdulrehman Efîf

2 görüntülenme 0 beğeni
Bê fêde ez ê ji te hez bikim, ez ê vî dilî li kolanên herî tarî gêjo mêjo bikim û ez ê xwe mecbûr bikim ku ez xwe jibîra bikim ku ez derbas bim bê ku hayê min ji kesî hebe û tilliyê xwe berdim wek şerîtin guh nadin kesekî xwe bavêm tembelya herî mezin heta ku ji tembeliyê nema karibim ji te hez bikim bê fêde... ez ê nîvê şevê ji odê bazdim jibo ku ez guhdarî qîrîna qazê bejî bikim bi refên xwenî xurtî sipî ez ê ranezêm ji ber qehwa giranî tarî û pirr wexwarina çaiyê sibehê ez ê wek nîv pîrebokekî bim westyayî û tevhev bê fêde ez ê di nav gotinan de xwe tewşo mewşo bikim hevalên xwe û diya xwe aciz bikim û piştre ez ê xwe dîsa ji kolanan re hazir bikim di nîroa vala de û ez ê rojek din bê fêde jj te hez bikim wê ji te re bêgotin bê ez çiqasî bê hêvîme û windaiyî guhdarî qîrîna qazê bejî dikim ku wilo hêdî hêdî dûr dire

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdulrehman Efîf şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz