Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilbikulê Cizîrî

Dilbikulê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ma dizanî ber çi her rondik ji çavan rêz dibî, Her dem û daîm dinalim, şev heta danê sibî. Wer bipirs da tu ji vê raza ecaîp hîn bibî: Ey dilê meskenê derdan, ma tu zanî ko çibî? Ew Seîdê can fida j`dînê mera j`kîsê me bî. Canfida bû qehreman bû, dest bi şûrê ilmê dîn, Nur dixwend û Nur dirêt û her zaman û an û hîn. Ger bixwazî wî binasî, wer Risalên wî bibîn. Beyreqa ko wî hilanî jibo vî dînê mubîn. Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî. Kes nemabû dîn vegota wê dema zulm û zecir, Nalenala ehlê dîn bû, ehlê dil, ehlê zikir, Ew li ber wê zulma rabû lê bi tedbîr û sebir, çepera dîn girtibû, pakî ji keskî nedikir, Heq dizanî, heq digot û heq dikir; herdem we bî. Tirs nebû jê ra ji lewra bê sekin, daîm digot, Her kesê carek bidîta kufr û nîfaq jê dişot, Sohbeta wî ya mibarek cerg û mêlak tê disot, Ew dikana ko wî danî, ew metaê difirot, Ew li şam û Misr û Bexdayê niho peyda nebî. Ne li Delhî, ne li Tehran, ne li şîraz, ta Giver, Yek nebû ehlê diyanet lê kira qêr û mefer. Sal hezar û nehsedû şêst, mahê rojî, dem seher, çû wetat kir, çi mûsîbet! Sedhezar rehmet li ser, J`ehlê vî dînê mûbîn ra çi nimûnek taze bî. Cadeyek nû wî vedanî boyî xortên ummetê, Ew di Barla û Emîrdax xerq dibû nav xizmetê Wî di umrê xoy ezîz da guh nedabû lezetê, Sêsed û heftî û neh piştî hezarê Hicretê, Dergehê baxê Biheştê keremê l`ber wî vebî Ebû Cehlên vî zemanî, zalimên hêc û bitir, şandibûn Afyon û Barla, Qestemon û Eyrîdir. Ew gula Kurdên reben bû, lê nehiştin ew li vir Ew li Nursê hate dinya, wî li Urfayê wefat kir, Ew şehîr bû, ew bedî` bû, ez çi bêm, serdeste bû. Sahibê "ilmê Ledûn" bû, dafi`ê hizna beşer, Xwendina Nûra îlahî nedida zêr û zeber, Firqeta Wî em helandin sed hewar, ax û keser, Ey Seîdê herdu dinya, dîtina te bû keder, Em j`Xwedayê xwe dixwazin: L`axretê em l`cem te bî. Em ji derdê firqeta Wî bûne jar, bûne zebûn, şubhetê mecnûn dinalîn qet nema sebr û sikûn, "Dilkula!" firset li dest e, wer Rislanê Nûr bixûn! Ey `Elî, ger çi Seîd çû, lê Rîsalê Nûr neçûn, Sed emanet min li te, da tu ji wan mehrûm nebî. *Ev texmîsek e ku li ser helbesta Seyîd Eliyê Findikî ya bi navê "Ey Dilê Meskenê Derda *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilbikulê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz