Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilbikulê Cizîrî

Dilbikulê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Kuştin em hesreta dînê Were ey Cana Dilan Va tu sor bûyî ji xwînê Têr nabî Cana Dilan Xwîn rijandin pêl bi pêl e Xort û qîzên nesîtêl e Lê dikin bo te fihêl e Xwînê ey Cana Dilan Da bilind kin ew vî navî Dûr ketin ew j’dê û bavî Bo bibînin te bi çavî Şer dikin Cana Dilan Da bibînin tu azad bî Wek gelê dî her tu şad bî Xoşîbext û xoş-murad bî Can didin Cana Dilan Can didin bê xof û tirsî Gahî têr û gahî birsî Ew li her der te dipirsî Derd tu yî Cana Dilan Her demê ser devê wan î Tu ji wan re ruh û can î Te girêda reşgiranî Ser me ey Cana Dilan Em Mem in tu bû me Zîn î Ferhad in her tu Şirîn î Bil te mehbûbek me nînî Her tu yî Cana Dilan Her tu yî bo dikne hawar Bêt rojek em bêne ser kar Dilkulê ser te evîndar Bit cuwan Cana Dilan *17. 03. 2015 **Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilbikulê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz