Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilbêzarê Bêkes

Dilbêzarê Bêkes

2 görüntülenme 0 beğeni
Ev çi hal e ev çi kar e Me ne zozan e ne war e Me ne pez e ne dewar e Me ne endam ne mixtar e Li pişta me giranbar e Her der şewitî nav ar e Li me qêrîn û hewar e Dijminê me wekî mar e Difetile pir xedar e Ew bêbext û bê qerar e Ji bo me dike zerar e Dereng e îro êvar e Me ne gund e ne bajar e Ne baxçe ye ne tu dar e Ne havîn e ne bahar e Zivistan e hewa sar e Dijminê me pir dijwar e Ber me qelizî her car e Xezeb ser me de dibare Wiha çend sal e çend car e Welatê me birîndar e Ew li bin destê neyar e Dilê min tev elemdar e Dijminê me pir şiyar e Wek me ne benda bahar e Her car li ser hal û kar e çend milyon e çend hezar e Dil wek gula nav beyar e Benda barana bahar e Baharê baran bibare Dê ew gul bide ajar e Bilbil bike zarezar e Lewma ji gul hesretdar e Bilbil bê gul qet nikare Bê gul bilbil herdem jar e Helaye berfa nizar e Dostê min tirb û mezar e Ev gotina Dilbêzar e

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilbêzarê Bêkes şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz