Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilbêzarê Bêkes

Dilbêzarê Bêkes

2 görüntülenme 0 beğeni
Ax dinyayê wax dinyayê Beredayê bêwefayê çima ji me re baş nayê? Te li me agir berdayê Pêta wî daye ber bayê Hewara me re kes nayê Kuvîxezal nayê rayê Nîçîrvan gulek berdayê Ji derpa gulan xwîn nayê Em belav bûn ber vê bayê Yek yek wekî zilê kayê Baran barî av berdayê Tavî borîn tavê dayê Bin destê zalim paşayê Herdem nav kul û cefayê Bê cih stara me nayê Em direvin ji belayê Nivişt çêkir wî melayê Ew nivişt jî li me nayê Wî melayî nexwendayê Ji bo xwe daye fetwayê Tirsa wî serdest axayê Van niviştan çêkir dayê Wî melayê beredayê Xweda eqil qet nedayê Dijminekî eqil dayê Ew ketiye ber wê bayê Aliyê xwe ve qet nayê Zanim nabe vê ewayê Lê ji destê min tu nayê Emir borî wekî bayê Sebra Dilbêzar qet nayê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilbêzarê Bêkes şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz