Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilbêzarê Bêkes

Dilbêzarê Bêkes

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilê min Gola Wanê ye Qerewilê vê xanê ye Dil li nav kul û janê ye Tu xerîb î lo dilê min Dilê min dilek xerîb e Bê miraz û bê nesîb e Birîndar e bê tebîb e Tu evîndar î dilê min Dil dilekî evîndar e Lê dil bê dost û bê yar e Lewma bin destê neyar e Tu qeherkêş î dilê min Dil dilekî qeherkêş e Her dem nav kulan û êş e Dil kul û derdan dikêşe Tu delal î lo dilê min Dilê min dilek delal e Li vê dinê bê heval e Ji bê kekesiyê dinale Tu reben î lo dilê min Dilê min dilek reben e Zarok hêj piçûk, gede ne Birîndar in cengzede ne Tu ne hêja yî dilê min Dilê min dilek hêja ye Ji van derdan pir pija ye Kelijiye tev rijaye Tu birîndar î dilê min Dilê min dilek birîn e Welat ji bo min pir şîrîn e Karê min şîn û girîn e Tu nezanî lo dilê min Dilê min dilek nezane Bê guhdariya we`zane Mixabin em tev razane Tu bê awazî dilê min Dil bê awaz û bê qêr e We`zan dide lê bê xêr e Wan birçiyan nake têr e Tu belengaz î dilê min Dil dilekî belengaz e Beriya min li evraz e Dijmin li pê min dibaze Tu nazik î lo dilê min Dilê min dilek nazike Ji min dûr e ne nêzik e Nizane zimanê zik e Tu rehber î lo dilê min

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilbêzarê Bêkes şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz