Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilbêzarê Bêkes

Dilbêzarê Bêkes

2 görüntülenme 0 beğeni
Felek ji me re xayîn e Agir li me dibarîne Gundên me dişewitîne Em bêmal û bêxanî ne Zarok bê xwarin birçî ne Di nav davîka sinçî ne Dilê min kul û birîn e Cebar min nacebirîne Herdem karê min girîn e Felek kor e qet nabîne Jiyana dinê şîrîn e Lê ew qet ji bo me nîn e Sebeb nezan e pir dîn e Me digire direvîne Em ketin ew me hilnayne Li ber piyan dibe tîne Ber piyan em perçiqîne Em bi hewar û gazî ne Ew dijmin me dixapîne Paşî dê bixeniqîne Dilê me herdem xemgîn e Dijminê me pir zengîn e Em bi zîn ve wek zengû ne Zîn li ser pişta me`în e Ew siwar e dilezîne Kes ji bo me nebezîne

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilbêzarê Bêkes şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz