Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cemîl Denlî

Cemîl Denlî

2 görüntülenme 0 beğeni
Teyr hene çêlikên wan li rastê Bi nikiJan laşê xwe dixurînin Perik û kum jê diweşin Perçiqiye hêlîn Yan xwe wisa dîtine Ji pirça ku lê rabûye Diyar e ku ne ji yên din in Ew teyrên bêhêlîn in Jar û xemsar in Ne ku li genniyanan digerin Ji ber birînên xwe koç dikin Ji ser êşekê difirin Li ser a din datînin û dîsa difirin ji ciyê ku kêlîka din lê danîbûn Dieciqin di navbera esmên û erdkêşê de Gava birçîbûn laşê wan giran dike Nizm dibin ber ve axê Li danînê kuliyekî bibînin bextê wan çê ye Li benda yekî din bimînin digewixin Nikarin du qirşikan bidin ser hev Serê daran zindiyên bibask Binê zinaran mar û keftar girtiye Di ser welatan re baskan lê dipêçin Bi xwe re digerînin çêlikan Biyanî diqîrin Dengê xwe Rengê xwe Biçûk dibînin tira baskên xwe Ji hev hez nakin Mêşek di navbera duduyan re difire Bi hev dikevin dibin baz Ku tebayekî din dirêjî wan dike Pepûk in Kêlika bihevşabûnê ava reş bi çavan de tê Rê winda dikin Sibehê roj Êvaran şev li wan digere Ku yekî bask li têlên zemên dikeve Serê navxweyî ji bîr dikin Kêfê lê diqewitînin teyr û teba Yek nikilekî li sêrî dixe Dipeke ber lingê yê ku bi teriyê digire û dîsa çeng dike Di nava rimilkê de Xwe rast dike baskê sax Refê wî lê dinihêre ji dûr ve Piştî vê mîhrîcana wekî her roj Tevî bargiraniya jiyanê Bilind dibin dîsa bi yekî kêm Bêderbûna wan pê re Diqulibin pişt behran Ravgirtî li esmên Spî dikin hebên birincê Cit radibin heta ser ewr Bask vekirî Disekinin bêhnekê û bi xijîn xwe berdidin ser şiva keskesorê Li nêzîk mîna ku henekên xwe pê bikin Bi erdê re difirin û dîsa wekî berê Berjor dibin bi teqlan Xwêdan lê sar û sivik Xwe berdidin ser reşayê avê vexwin Bi nikilê pêşî re Mirûzê xwe dibînin tê de Vediciniqin vedikişin ji wir Kefenê reş li ser bedena wan Beriya wextê xwe tê şev û devên xwe vedikin newal û gelî Zûrîn û wîqewîq Xuşîn û terqîn Bi zimezima bê re Kêreke kalanî ye her xiştîn li zirêv Bê serî digerin zindiyên xeybê Melisî li ser xeta mirinê Vedilîzin her ku qîrîn bi yekî dikeve Li berqefkan Li binê hezazan Digerin serê sibehan li ser perikên hevalan Ku duh vî çaxî henek bi hev dikirin Bi ya wan be Ku carekê firiyan û pê ve Nema xwe daynin Rûyê erdê rûyê mirinê ye Bizanibûna ji kû tên Wê bizanibûna bi kû de diçin Polîpoşman difirin ku bigihîjin erşan Tarî pêşberî li wan dike Li vegerê xwe didin qeraxa avzêlan dimînin Xêmexwaz e her reşê ji binê konê şevê derdikeve Bi tasewas guh Ji derdorê Hêvî xumam digire ser şîlaqa çavên bihêsir Emrê çûyî Ev çend wext bû Ji bîr bûbû çêkirina hêlînekê Hêkên wan ber bê diçûn... çêlik ji yên din re mezin dibûn Baskan digihandin devê mirinê Ew ê li ser kîjan xewnê Bi kû de biçûna Ji nû ve diçin ser hev çav û bi wî hawî dilûsin li ser fikaran Teyrên bêhêlîn têyrên bêhêvî ne

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cemîl Denlî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz