Dest
Keştiya rêwîtiyê ye li ser riya mirovbûnê
Destê xwe veneşêre
Jin î tu
Ji çîna bêxwedan Keçika neteweya min
Ango kesereke sêserî
Pêşî dirêjî te dibûn dest
Di talankirina her welatî de
Di zik di dergûşê de
Li ser mirovahiyê bûn destên te
Dişûşt vedişûşt
û dirêjî azadiyê kiribû
Di girmîna şeveke bêserî de
Destê xwe veneşêre
Bav bazirgan
Bira bira bazar xuya bû
Bej in beranberî xişîna peran
An ser bi ser
Bi ya xûşkeke din dihate guhertin
Li daweta dînan
Aqilê mirîşkekê heft caran belav dikirin
Cunet davêtin binê lingên dayikan
Dayik binê lingên bavan
û silava rojane
Para dayikbûnê bû sixêfa yekem
Dibe ku dilketî du gotinên xweş
Diyarî çavên reşbelek nekiribe
Destê xwe veneşêre
Berav dide rûyên qesasan
û ta digirim ez
Ku tenê dimîne yê min
Ger tu ax û adan bûya jî
Evîn tim diqewimî li dil
Di binê her xeyda belaseba de
Girê salan veşartî
û jinbûn qet bi kêr nedihat
Yezdanê dilovan bi qasî pirtûkên xwe
Neteweyên pêşketî bi qasî şarezatiya xwe
Rêheval bi qasî adetên bav û kalan
Ji te bi dûr bûn
Destê xwe veneşêre
Zimanê şêrîn tunebû
Lê dinaliya dipeyivî êşa dest
Destek dirêjî welatekî bibûya
Êdî nema bisekiniya ew dest
Destê xwe veneşêre
Bila biçirûsin çavên te
û lêv ji nûçeyên xêrê re bilivin
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Cemîl Denlî şiirlerine dön