Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Cemîl Denlî

Cemîl Denlî

18 views 0 likes
Piştî çûna te Bi ser sergoyên bajêr ketibûm Dimeşiyam Ewran hêsir dibarandin Di nava şêniyên xewnan re Kolan û kuçe dibihurîn Porê te li serê her kuçeyê Xwe berdida serçavên karxezalan Bi xwe re dibirim wargehên jorîn Mijek çêdibû ji bejn û bala te Henûniyê xwe berdida ser û bi dûr diketin çûkên ser berfê Li ber bayê zemanan Li ser bermayiya evînê Min û seqemê Qala germiyanan dikirin ji hev re Piştî çûna te Gelek siwar ji hespên xwe xeyidîn Gelek qop û kulek li dû karwanan man û reva min bi qasî dirêjbûna gulîkên te bû Ew çend bi dûr diketim Ew çend nêzîk û dîl dihatim Piştî çûna te

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Cemîl Denlî
🛒 0

Your Cart