“Ji bo Serwet Denlî û Nûra Hecî Elî”
Li bin rêka kadizê riya bevrîşim heye
Karwanê li navberê hay ji stêrkan hebe
Ew ê qet nexape
Li nêzîk li dûr
Başûr û deverên din digerin
Li ciyê ku şewq didin nînin
Bi ketina yekê re
Xwe davêjin paşila yezdanan karwan
şîn digere li nêzîk
A way stêrkek xuricî dibêjin li deverên dûr
A kê ye gelo
Kezeba xelkê mirina dayikekê
Ew ê çi bike ji kadizê
Ka dizîbe ji mala bavê
Li ber siya zemên
Du gor bang li hev bikin
Li wan vedigere deng
Melhema kezebê nîne
Li jêr li bin rêka kadizê
Riya hevrîşim heye
Balindeyên ji ber karwanan difirin
Ber ve esmanan bilind dibin
Cî nakevê xwe lê daynin
Tên li stêrka xwe asê dibin
Li nava karwanên biyanî
Ku bi mij û dûmanê re dimeşin
Teyrên bêhêlîn zû tên gewixandin
Beriya ku bixuricin
Bikevin ber lingên karwên
Sewq didin stêrk
û rêka kadizê li ya hevrîşim dinihêre
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Cemîl Denlî şiirlerine dön