Bîstê nîsanê, şevek tar û pir nexweş, nexweş,
Jandirme hatin ketin mala me wek diz û keleş,
Em dane ber xwe, birin zindanê, zindaneke teng,
Dar bi destê wan, çehr û rû kirêt çavsor û pereng,
Daberizîn me bê tirs û bê pirs hemî weke şêr,
Ser û lingên me dixistin kewçûk, lêdidan bi dêr,
Li ser hev dijûn, li ser heu lêdan, li ser heu qamçî,
Cihê me pir teng, em pazde heval bê cî û birçî,
Serên me bêmrês tev zîpirandin simbêl û birû,
Birin kehrebê tev pîr û zarok tif dihate rû.
Dîsa deh mirov bi dar û qamçî bi boks û lêdan,
Em gevizandin dane ber lingan bi qîr û halan.
Li ser serên me tev çûn û hatin bizmar û potîn,
Hetta hate xwer ji ser çavên me tev xwêdan û xwîn,
Em ji diçûn, tenê bê hişî bi me xweş dihat,
Tenekên avê berî ser me dan, salon bû Ferat.
Dîsa şiyarî, dîsa ew lêdan ew qamçî û dar,
Em xirxirandin, di ser qadêra em kişandin xar.
Ketin ser serên me ew hov û dîn, gurên dev bi xwîn,
Serên me bi xwîn, destên me birîn, kincên me çirîn,
Gelek em tî bûn, gelek birçî bûn, ne nan û ne av,
Didan riwên me gotinên kirêt, hemî pûç û xav.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Cegerxwîn şiirlerine dön