Ho hevalê pûşketî
Kekê min ê j` rê ketî
Were destan bidin hev
Em kar bikin roj û şev
Lê guh nedin ez-ezî
Fêde nakin sed xwezî
Ez bê ez tu bê ez
Wê gur bikevî nav pez
Ta ku her du nebin yek
Têne kuştin yekayek
Tu li pêş û ez li paş
Da xweş bigerênin aş
Ez bême ber derê te
Sûnda min bi serê te
Em tev kolê neyar in
Em bi dijmin nikarin
Me ev darê xwe da dest
Ji lew mane jar û mest
Were bibin wek bira
Da rê nedin van gura
Bere ka kevn nedêrin
Hevrikiyê veşêrin
Qada xwe em bigrin zû
Bi cî bînin arezû
Kurdistanê bikin yek
Leşker bikin hezar lek
Welatê xwe bikin xweş
Tê de rûnin em rû geş
Gerek hebî parleman
çend zanayên dilovan
Ko zanibin çi ye şer
Bîrewer û lêvener
Bi devjenî, bi biryar
Pêş ve bibin hemî kar
Xweş çê kin leşker û kom
Bila bêne ser me Rom
Bibin dostê dostê xwe
Em nefroşin postê xwe
Peyda bikin çekên baş
Da nerevin berepaş
Weke gernas û ejder
Bi camêrî herin şer
Bi hev re bêjin amîn
Ev daxwaza Cegerxwîn
Stokholm, 9.3.1980
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Cegerxwîn şiirlerine dön