Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Axîn Welat

Axîn Welat

2 görüntülenme 0 beğeni
(Diyarî ji bo helbestvan Kemal Necîm) "Heft şevên çîrokekê, heft çîrokên şevekê, cejn, Kezîzer, tu jî mîna minê, ezê bêm…" û gelek êşên din Beyrûtê vedigerînin Destana egîdekî Destana evînekê Destana welatekî bi xwîn.. Tu ji bîranînê kevir û zinarên çiya Di bêxewiya derya de vedizlîne… Hevalên rê û yek birînê Hevalên xewn û yek evînê Hevalên deng û yek qêrînê … Vaye welatê me bi hêrs li deriyê Xwedê dixe bi hêrs bandike û dengvegera xwe bi rê dike û…û.. ne heft çîrokên şeva te bi dawî dibin ne heft şevên çîroka te bi cejnekê dest pê dikin Efrîn, Eyndîwer Gelek gundên bênav Gelek Kezîzerên bendewar Gelek dilzar Gelek pêl û gelek yar Di heft şevên çîrokê de Bendewarê te bûn… û ji ber ko ez zanim Di kîjan bîstikên şevê de Tu digrî Dibêjim: şev xweş heval Gelek xewn û şoreşên beravêtî Gelek nimêj Helepçe û xormal Gelek lavêj Leyla, Rehşan û Zîlan Gelek Newroz û girî, sema û dîlan Di heft şevên çîroka te de Têra xilmaşiyekê Têra hêstirekê Di şahiyên te yên hinda de Dikenin, ya jî bi Kezîzerê re digrîn… û ji ber ko ez zanim Di kîjan bîstikên rojê de Tu dikene Dibêjim: roj baş heval Vane heft şevên min Di vê şînbûna bêdawî de Pêrgî heft çîrokên te hatine û min soz dabû Razên derya û ezmên Di birîna bêdengiya te de Ji dilê xwe danaweşînim Heft çîrokên şeva te di bîstikekê ji bîstikên şevê de birêsim .. û heft şevên te ne bîstikekin ji êşa Kezîzerê dema bêdengiya birînê ji çavên te diherike.. û ji ber ko ez zanim di kîjan cejnên bîrinê de tê bê .. dibêjim:tu bi xêr hat, hevalê delal.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Axîn Welat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz