Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Axîn Welat

Axîn Welat

2 görüntülenme 0 beğeni
hersê hevalê minî di wa şeva berfê da barkirinî distiran ji min bi dûr diketin distiran ji gund derketin hêdî hêdî hindabûn û hemû stiran bi xa ra birin . wê hîngê gava ew hinda bûnî ez nû vegerîbûm belkî ji xewnekê ji mirineka xaş di wan nirînêd teyî tûj da ji evînekê di bêdengiya teyî kûr da ez nû ji xa vegerîbûm û hayê te ji min tunebû ji zarokeka hemû lîstikêd xa şewitandinî , ji guleka hemû pelêd xa weşandinî.. belkî ji jineka hemû xewnêd xa jibîrkirinî.. ji dûr va hatî hemû şahiyêd xa li dû xa hêştinî û hayê te ji min tunebû gava dilê minî biçûk hêdî hêdî ji sîngê min birêketî.. hemû xewn bi xa ra birinî û bi dû te ketî ez nû birêketibûm gava hersê hevalê minî di wê şevê da barkirinî vedigerîn .. ez nû birêketibûm gava tu stiran hemû xewn.. vedigerîn . hayê we ji min tunebû hêdî hêdî ..hindabûm û hemû jan bi min ra hevalê rê bûn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Axîn Welat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz