Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Axîn Welat

Axîn Welat

21 views 0 likes
Temenê min birînek bû bi dîtina te re bûn sed û sed... sedsalek bû hevdîtina min û te yan tenê tavek baran û stiranek pêleka dîîîîn ji deryayê bîranîna yan tenê hêstirek bû ji çavê min hate xwar.. û min nizanî di kîjan demê da bû dilê min î reben dema awazên te û gelek pelên payîzê bi ser de dihatin xwar... temenê min bîranînek bû bi dîtina te re di peravên min î zuha de bû keştiyeka bê keştîvan.. seyranek bû hevdîtina me wêneyek bû ji wêneyên suryaliya bîstikeka bi qasî ramûsaneka bi dizî bi qasî xemgîniya her du çava... û min dil dabû şopa birîna te... li min biborîne belkî min nizanî bû çima û çiqas mabûm li benda te li min biborîne van gunehên eger tu nav lêbikê guneh.. li min biborîne belkî min nizanî ku ne birîn ne bîranîn ne hemû gotinîn derya û deryavana wê têra bêdengiya êşa te bikin li min biborîne ez nizanim wê di kîjan pêlê yan di kîjan gulê da be vegera te û dipirsim: gelo demsalên dilê min wê têra stiranên te hebin wê demê

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Axîn Welat
🛒 0

Your Cart