Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Axîn Welat

Axîn Welat

2 görüntülenme 0 beğeni
destekî zîvî destekî zêrî kîjan di tevdana êşên te de min hînî firandina xeman dike? * * * destek ji roniyê yek ji bê kîjan di hemêzkirina te de min hînî ramûsanan dike? * * * destek ji şînê yek ji şahiyê kîjan di berhevkirina hêstirên te de min hînî şênahiya mirinê dike? * * * destên te dilerizin tiliyê min di şehkirina porê te de serxweş in... min hînî heskirinê dikin kîjan ji êşa te re divê? destê minî lerzok? lê destekî zîvî, yan zêrî? * * * di belavkirina tîpên te de kîjan ji dilê te re divê? destê min î dilerize bi tiliyên diricifin? lê destê dûriyê, yan destekî zîvî? lê yekî zêrî? * * * destê min î di destê te de her şev rûyê te yê ji roniyê bi ser min de diwerivîne bîranînên şîn bi ser me de diherifin ez û te du dildar in * * * destê te yî di destê min de henasên min vêdixe tiliyên te di nav porê min î serxoş de min hînî heskirina te dikin du kewên evîndar in ez û te * * * destek ji axê yek ji avê kîjan di payîbûna şevan de min hînî girî dike? hînî kenê te yî zarokî.. û xwendina çihêrên te?.. * * * destek ji nêrgizên rûyê te yek ji binefşên çavê min kîjan min hînî aramê dike? * * * kesk dibûn tiliyên min hevde bi hevde rihên te şeh dikirin * * * lêvên te di canê min de pêlan didin xwe û di rûpelên şeva xeribiyê de lêvên min bi nermî gewdê te dipîvin... ez û te du mêvanê, wan şeva bûn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Axîn Welat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz