Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mela Huseynê Bateyi

Stokta (100 adet)

10 %
288 TL 260 TL
Kategori
Wêje Klasîkên Kurdî
Ürün Detayı

İçerik

Mela Huseynê Bateyî Melayê Bateyî di edebiyata kurdî ya klasîk de piştî Ehmedê Xanî xwedî cihekî muhîm e. Lewra cara pêşîn wî mewlida hezretî pêxember bi kurdî nivîsandiye. Hetanî wê demê kurdan mewlida erebî ya ku ji hêla Îbnû Hecerê Heytemî ve hatibû nivîsandin di rojbûna pêxember de dixwendin. Piştî ku Melayê Bateyî bi kurdî nivîsand, kurdan êdî mewlida wî xwendin û ev mewlid di medresên Kurdistanê de piştî qedandina Qur’anê bû kitêbek ji kitêbên rêzê ku feqiyan dixwendin. Ev kitêb li ser jiyan, berhem û helbestên Mela Huseynê Bateyî ji hêla amadekarê kitêba Feqiyê Teyran M. Xalid Sadinî ve hatiye amadekirin. Di vê xebata hêja de ji xeynî mewlida wî gelek şiîrên wî jî cih digirin. Bi saya vê xebatê dê haydariya xwendevanên kurd ji klasîkan zêdetir çêbibe û dê dewlemendiya kelepora kurdan baştir bê xuyakirin. Mela Huseynê Bateyî her wekî ji navê wî tê zanîn mela û seyda bûye. Mirovekî oldar, xwedêtirs û zanyar buya. Her wisa mirovek cesur bû bi şece’at bûye. Her wekî di serpêhatiyên li ser wî hatine gotinê de pêwendiya wî û mîran pêwendîyeke payebilind bûye. Ew ’alimek û aqildarekî dîwana mîr bûye. Em vî tiştî jî ji helbestên wî dizanin. Her wekî mewlûda wî helbest û qasîde û methên wî li ser devê xwendavan û zaneyên deverê niha jî ji ber in. alem li ber mewlûda wî dawetîyan dide û di xer û şerên xwe de ve berheme dixwîne. ***


Liste Fiyatı
300
Para Birimi

Sitede görünsün mü?
1
Satışta mı?
1
Vergi Oranı
0
Desi
0
Yayınevi
Nûbihar
Ziman
Kurdî
Çapa Çendan
4
Wergêr
M. Xalid Sadini
Dîroka Çapê
2013
Mezinahî
21.00 x 13.50
Rûpel
240
Cûreya Bergê
Karton Kapak
Cihê Çapê
İstanbul

İlgili Ürünler

🛒 0

Sepetiniz