ti zarokên min nema ku neketin wan bîran
bese li van deran ji yusivê kenan meke behs.
şivan kuştin bêrî belav bû, îşlikek bû çar perçe
rahêje çekên xwe û ji wan gur û wawîkan meke behs.
hemû gulan di biharan de xwe bi ser çiyayan re çilmisandin
rûnê û ji wan bilbilan re ji vê bêhnê meke behs.
leyla û mazlumên min hene çiya û welatan bilind dikin bi lîlîyên xwe
ji kerema xwe re ji che û jaenne d`arc an meke behs.
dengbêjên min jî hene li kendelan evdal in xanî û feqî ne
temam ji homeros, shakespeare û hafiz an meke behs.
ey yê ku bi devê çiya û bi ramûsanên deştên xwe nizane
huş be! ji wan sîng û berên metropolên biyanan meke behs.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Yehya Omerî şiirlerine dön