Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Yehya Omerî

Yehya Omerî

22 views 0 likes
biçûkê bira me ez, gula civata, hebim çi ye nebim çi diçim wê xewna dûr a çîroka te lê ji bîr bûye barê min piştek bîranîn dimeşim li jor min dengê betonan dikan û mixazeyên ku tengasiyê belav dikin li tenişta min siya hesinî ya aciziya şûm pêjna erdhejan tê ji gavên min ez gihîştim qonaxa dawiyê lê nebû hebûn nehejiya û nehedimî mirin li ku deynim vî barî bavêjim ku van gunehan aciziya min hesin û ev hesinên ji mayîna dirêj bi gazin in ditengijin, yê min jî bi demê re zingar digirin destên min zanim êdî bi kêrî gulê nayên destên min bi rojan rê û rê hatim hatim li ser keviran bêjim li deşta wan keviran min dît jin tevî keziyên xwe diçûn mêr tevî hêrsa xwe ya dêrîn ji keviran bû keserên wan dil dikirin bigihêjin hatina duyem dê li wira xweda hembêz bikirana bo ku çend hezar kêlîk in tenê maye dê destê wî maç bikirana bo ku ji bilî xwe dil nedaye sûretê ti kesî lê belê negihîştin wê hatina çak sêvên wan ji bihuştê qewirî û kesirî marê wan bi guhertina wî kirasî û bo min jimartina kevirên wan ma û dikim wan bikim peykerên xemê bo bejna xemê ne hemû dema wan dibînim dipirsim hema çima em ne kevir in li nav tiştên sor dijîn em goştê me genî û sor dibînim bi tiştên sor û şîn naêşim êdî zanim êdî kevir ji min nermtir in ji min dilovantir in kurmên hevalên eyubî zanim zuha bûye huba min a xeşîm êdî şert e dilê xwe bi kevirekî dûr çal bikim *Bi destûra helbestvanî ye.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Yehya Omerî
🛒 0

Your Cart