Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Yehya Omerî

Yehya Omerî

23 views 0 likes
destên kesk tên xewna min destên kesk ji kendalan diyar e tî bûne kevir, va ye diçim sewta avê dixwînim bêguman pêl e ev, xwe ji ber dike li bin bîrê, dibînim li malê li qunca bêriyê digerim û valahiyê dixwînim ji pelê dîrokê dizanim, kulîlk bi tenê awir bû berê mirêk dikevin, dişkên ewr, radibim belavbûnê dixwînim ez ê li vira bim, heke tu ew bişirîna serê sibê bî piştî her bayê sibê li tenişta darê, sûretê yarê dixwînim ayat û mucîzat in her derên te her derên te baweriya agir û çiyê, kufrê û îmanê ji serî dixwînim bêdengî li kolanê tê qewartin, xwe bi mijê dipêçe rabirdû şalûl tên bo maçeke fêris, bi baskê wan lîsa te dixwînim êvaran her tu bûy ya bi perên evîndar şilêr û beybûnan nivîsî bi çavên evîndar û bi zanyariya şêt tim bîna te dixwînim *Nêrgiza Li Defterê Bişkivî, 2021, Avesta. **Bi destûra helbestvanî ye.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Yehya Omerî
🛒 0

Your Cart