Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Yasîn Hisên

Yasîn Hisên

2 görüntülenme 0 beğeni
di nîvê şevan de di wan rêkên dirêj de tu hevala min bûyî .... gav bi gav... te di hejmêrim te dipîvim .. hevala koça min di çandina riyan di dilê Min de tu razeke asîmanî bûyî Rê bi rê.... keştiyan di çavên te de dibînim di nava şêl û pêla navan de di wê beyabana bejin xilyayî gund bi gund.... dewsa lingê Yezdanan di her qonaxeke te de dibînim di çivîkekî ji wan çivîkên bi saw di wê kelkela li ser mijankê Xwedê Firişt bi firişt Efsaneyan li derdorên te belav dikim û hîn jî... ji netêrbûnê nêza min dişikest *** lotikên min û te bi kewan re cîhan tevde dîn kiribû û bi salên xwe re dicûm *** xew li dû xewnê..... Te di xewna bêçare re derbas dikim Bi meşa te Bi nimêja çavên te Serdana di awirên te de Di deh xew û xewnan de Xwe çengî gerdûneke bênav dikim *** çîrok li pey çîrokê.... û kalo û pîrê seyrana tifikan ji elesta dawiyê re amade dikirin da destê min ê kwîr li şûveke şûv bê pelandin, bê ka buhuştê li kîjan deverê Xwe bi dar vekiribû.....

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Yasîn Hisên şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz